Piyanîstê sûriyeyî dê "awazên filîstînê" lê bi xe

Piyanîstê 17 salî yê sûriyeyî Cîmukê ku zanayên muzîkê wî wek "dehayê pêşerojê" dibînin, dê di daweta ku Serokomarî ji bo Serokdewletê Filîstînê Ebas bide de, awazên Filîstînê lê bi xe.

Piyanîstê 17 salî yê sûriyeyî Tambî Asaad Cîmuk du sal beriya niha bi malbata xwe re ji Sûriyeyê hat Tirkiyeyê û li Bûrsayê bi cî bû. Cimûkê ku zanayên muzîkê wî wek "dehayê pêşerojê" dibînin di daweta ku dê Serokomarî ji bo Serokdewletê Filîstînê Ebas bide de, awazên Filîstînê lê bi xe.

Piştî ku qabîliyeta wî ya muzîkê hat dîtin, Cîmuk bi biryarnameya ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di 9ê kanûna paşîn de îmze kir, bû welatiyê Tirkiyeyê. Cîmuk daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku Erdogan ez vexwendim bernameya ku dê vê mehê bê lidarxistin. Cîmuk got ku dê di vê dawetê de konserê bide û wiha got: "Ez ê muzîka klasîk û muzîka tirkan lê bixim. Ez dixwazim ku wir strana 'Katîbîm' lê bixim."Cîmuk diyar kir ku wextê wî yê ji bo amadekirina konserê kêm e û wiha axivind: "Ez ê zehf bixebitim. Heke ez wext bibînim ku bi Serokomar Erdogan re biaxivim dê gelek baş be." Cîmuk bi bîr xist ku beşdarî pêşbaziya navneteweyî ya ku li Saînt Petersbûrga Rûsyayê hat lidarxistin bû û destnîşan kir ku ji vê organîzasyonê gelek tişt hin bû.

Cîmuk got ku dê beşdarî pêşbaziya ku dê meha adarê li Almanyayê bê lidarxistin jî be û wiha axivî: "Ez dê wir berhemên klasîk û almanan lê bixim. Ji bo vê yekê divê ez zehf bixebitim. Ji bo ku ez siberoj bikevim Beşa Piyanoyê ya Konservatuvara New Yorkê divê ez zehf baş bixebitim. Pêşeroj dê gelekî baş be."(aa)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Güncel Haberleri