Îro danî nîvro li taxa Îskenderpaşa ya navçeya Sûrê ya Amedê, rokêtek li malekê ket.
Li gorî agahiyan, di bûyerê de jinekê jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.
Tê gotin ku ew rokêt ji aliyê hêzên Tirk ve hatiye avêtin.
Ev çend roj in li navçeya Sûrê qedexeya derketina derve heye û şerekî giran di navbera hêzên Tirk û şervanên kurd de didome.