Li navçeya Alanya ya Antalyayê bûyerên ku bi êrîşa komên nijadperest a li hemberî avahiya HDP'ê dest pê kir berdewam dike. Avahiya HDP'ê di bin dorpêça polîsan de ye û komên nijadperest jî li ber avahiyê ne. Nijadperestên ku dixwestin tabeleya HDP'ê daxînin gef xwarin ku heya tabela danekeve ewê belav nebin. Li ser vê daxwaza nijadperestan, polîsan tabeleya HDP'ê daxist û ala Tirk bi avahiya HDP'ê ve kir.
Polîsên ku tabelayê daxistin, tabelayê dan destê komên nijadperest. Meşa komên nijadperest li Alanyayê berdewam dike. (diha)
ANTALYA - Li navçeya Alanyayê bûyerên ku ji ber êrîşa komên nijadperest a avahiya HDP'ê dest pê kir hê jî berdewam dike û polîsan tabeleya HDP'ê daxistin û teslîmî koma nijadperestan kirin.