Protestoyên li Îsraîlê

Komeke cihûyên ji Etiyopyayê ber êvarê ji bo tundiya polêsan û polîtîkayên nijadperest ên dewletê protesto bikin, ber bi navenda bajêr vea meşiyan.

QUDS  - Komeke cihûyên ji Etiyopyayê ber êvarê ji bo tundiya polêsan û polîtîkayên nijadperest ên dewletê protesto bikin, ber bi navenda bajêr ve meşiyan. Meş di bin çavdêriya polêsan de çêbû û bûyer derneketin.

Piştî ku vîdeoya leşkerekî Îsraîlê yê ji Etiyopyayê derket holê ku tê de polês li leşker dixin, li welêt bûbû sedema protestoyan. Cihûyên ji Etiyopyayê do li nêzî Birca Azrîelî ya li Tel AvîVê çalakî çêkiribûn û hin rêy ji çûnûhatinê re girtibûn. Polêsan midaxeleyî çalakiyê kiribû û 23 jê polês 46 kes birîndar bûbû û 26 kes jî hatibûn binçavkirin.Cihûyên ji Etiyopyayê yên ku li Îsraîlê dijîn bi gelemperî di salên 1984 û 1994an de bi operasyonên bi navê Musa û Suleyman anîne Îsraîlê.(aa)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Güncel Haberleri