Berpirsê beşa Penaberan û Revenda Kurdî li Rêveberiya Koçberan a Herêma Kurdistanê, Nezhet Husên ji Rûdawê re got, termên 7 koçberên Başûrî di girava Lîros a Yûnanistanê de hatin dîtin.
Nezhet Husên da zanîn, termên 20 koçberên din ên Başûrê Kurdistanê jî ku beriya niha li girava Kalmînos a Yûnanistanê hatibûn dîtin, li Yûnanistanê ne û dê hemû bi hev re û bi alîkariya ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Kurdistanê bên şandin.
Wî rayedarê Rêveberiya Koçberan da zanîn ku rêkarên îdarî yên veguhestina wan terman xilas bûne û dê roja 5ê Sibatê bo Kurdistanê bên şandin.
Roja 22ê vê mehê, 2 qeyîkên koçberên Başûrê Kurdistanê, li nav deryaya Ege de ketibûn binê avê. Di wê bûyerê de nêzîkî 70 kes xeniqîbûn.Heta niha tenê termên 13 kesan bo Kurdistanê hatine veguhestin.