Terteleya Dêrsimê hate şermezarkirin

Bi munasebeta salvegera 78’emîn a Terteleya Dêrsimê li Dêrsim, Dîlok û Edeneyê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de hate xwestin ku arşîvên têkîldarî qatlîamê bên vekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN – 

DÊRSIM 

Însiyatîfa Sure Seka li herêma Sure Seka ya gundê Bargînî ya bi ser navçeya Xozatê ya Dêrsimê welatiyên ku di qatlîamê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî. Namzetên HDP’ê yên Dêrsimê Alîcan Onlu û Edîbe Şahîn, Hevşaredara Dêrsimê Nurhayat Altun, HDP, DBP, ESP, DHF, Partîzan, DEDEF û malbatên Baran û Canan ên xizmên wan di qalîamê de hatin kuştin beşdarî çalakiyê bûn. Piştî rêzgirtinê parêzerên malbatên Canan û Baran, Cihan Soylemez axivî û got ku Dewleta Tirkiyeyê welatiyên xwe yên nasname û morên keyatiyê daye di rojeke de wekî “îsyankar” îlan kiriye. Soylemez bilêv kir ku di 1937-38’an de li dijî gelê Dêrsimê yên bêçek û bêpartin qatlîam hatiye kirin û rêbazên hovane hatiye bikaranîn. 

‘Hûn ê ji hevrûbûnê çiqas birevin?’

Soylemez got ku lêborîna ji bo qatlîama Dêrsimê û sirgunan bi awayeke nîvdev a ji aliyê Serokwezîrê demê Tayyîp Erdogan xwe hatiye xwestin ji aliyê dêrsimiyan ve samîmî nayê dîtin û wiha got: “Di 14’ê Nîsanê de li herêma Seka Sureyê bi biryara dadgehê ve erd hatiye kolandin û li vir hestiyên serê zarok, jin, kal û pîran hatine dîtin, dîsa qalikên gulena hatine dîtin. Hûn ê êdî ji hevrûbûna qatlîama çiqas birevin?”

Ji malbata Baran, Zarîfe Baran jî destnîşan kir ku di komkujiyê de bi hezaran kes bêyî sûc û guneh, bêkefen ketine axê û ew naxwazin tiştên ku hatine jiyîn careke din bên jiyîn. Baran bang li hikûmetê jî kir û nirxandina “Me êşên ku we bi me dane jiyîn ji bîr nekiriye êdî bi paşeroja xwe re hevrû bir, wijdanê we çawa rehet dike? kir.Piştî axaftinan ji bo 24 kesên ji malbatên Baran û Canan fînd hatin pêxistin û qurnefîl hate danîn.(diha) 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Güncel Haberleri