TMMOB’a Colemêrgê konteyner bişîne ser sînor

Şaxa TMMOB’ê ya Colemêrgê ji bo piştgiriya welatiyên êzidî û Kobanê konteynerek bistinî û bişîne ser sînor.

Şaxa TMMOB’ê ya Colemêrgê di çarcoveya kampanyaya “Zivistan li ber deri ye, Şengal û Kobanê li derve ye! Tu jî piştgirî bide bajarê konteyneran” ku ji aliyê TMMOB’a Amedê ve hatiye despêkirin li avahiya xwe daxuyanî dan. Di daxuyaniya de endamên şaxên TMMOB’ê amade bûn û Sekreterê Desteya Koordînasyona Bajar a TMMOB’a Colemêrgê Adem Çatal ve hat xwendin. 


Çatal destnîşan kir ku piştgirî dayîna welatiyên ku ji Kobanê û Şengalê hatine berpirsyariyek mirovahi ye. Çatal diyar kir ku êzidî û welatiyên ku ji zilma çeteyên DAIŞ’ê hatin di cihên nebaş de rûdinên ji ber vê yekê jî divê ew bi tenê nemînin. Çatal diyar kir ku ew ê jî piştgirî bidin kampanyayê û wiha axivî: “Em ê jî herî kêm konteynerek bi derfetên xwe bistînin û ji bo welatiyên Kobanê û Şengalê bişînin.”(Diha)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Güncel Haberleri