AMED - Mescît û Konakê ku bi awayeke komun, alîkariya hev dikin û dor bi dor dest bi çêkirina dikan û xaniyên xwe kirine, nirxandina "Dewlet, AKP û Serokomar xira dike, rêveberiya cewherî jî çêdike" kirin. Wekîla Hevşaredarên Farqînê Zuhal Tekîner jî, diyar kir ku ew ê bi Şaredariya Mezin a Amedê re, tevlî jiyana komun a gel bibin û jiyan û navçeyê ji nûve înşa bikin.
Li navçeya Farqînê ya Amedê piştî îlankirina "Rêveberiya cewherî" dewletê û nûnerên hikûmeta AKP'ê ya derbasdar ku dîtin bi rastî jî gel li navçeyê xwe bi xwe birêve dibe, pêşî hemû amûrên ragihandinê birîn û dest bi êrîşan kirin. Ev rewşa ku bi rojan berdewam kir polîs, tîmên taybet, leşker û qomando bi çekên giran di nava bajêr de kesên ketine ber wan hatine reşandin. Di 17'ê tebaxê de waliyê AKP'ê li Farqînê qedexeya derketina kûçeyan îlan kir, bi çekên giran ket taxan û raste rast li mal, dikanên welatiyan gulebaran kirin, gelek xanî û dikan hatin şewitandin. Di van bûyeran de gelek kes birîndar bûn, kesek bi navê Serhat Bînen (25) jiyana xwe ji dest da, bi avêtina bombeyên desta du kesên ixtiyar ên bi navê Hanîfe Dûran û Veysî Toruman ki krîza dil derbas kirin jiyana xwe ji dest dan.
Piştî van bûyeran ku li gor me yên li derve ve temaşe dikir, weke her tişt aramî bûye, lê hêj em ji wesayîtê peya bûn nebûn bombeyek teqiya û zarokek 13 salî yê bi navê Firat Sîmpîl jiyana xwe ji dest da.
Di demên pêş de bi beşdariya Şaredariya Mezin a Amedê re li Farqînê kampanyaya "Avakirinê" dê bê destpêkirin.(diha)