ANKARA- Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Suriştî Taner Yildiz destnîşan kir ku herikîna nefta xam a ji bakûrê Iraqê didome.
Yildiz beriya resepsiyona ku bi minasebeta roja neteweyî ve li Balyozxaneya Rûsyayê hat lidarxistin, bersiva pirsên rojnamegeran da. Li ser pirseke der barê rûdanên li Mûsilê, Yildiz wiha got: "Tu guhertin di herikîna 100 hezar warîl nefta ku rojane ji bakûrê Iraqê tê, nehatiye kirin. Sewqiyat didome."Yildiz diyar kir ku der barê rûdanên dawîn ên li Mûsilê dê Wezareta Karên Derve daxuyanî bide û ew ê tenê li ser mijarên vejenê bisekine.Yildiz got nefta ku ji herêma kurdan tê dîsa bi îxaleyên ku ji aliyê bakûrê Iraqê tên kirin ve tê firotin û wiha dewam kir: "Heke ku bê derxistin em ê derbas bikin. Nefta ku tê derbaskirin jî sewqê piyaseyan tê kirin. Em ji derbaskirinê berpirsiyar in."Yildiz herî dawî lê zêde kir ku tu midaxeleyên Tirkiyeyê di îxaleyên firotina nefta navborî de tuneye.(aa)