Hat ragihandin ku Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Mixalif û Şoreşger ya Sûriyeyê (KNHMŞS) di 18emîn lijneya xwe ya giştî de bi 56 dengan ve Xalid Xoca ji bo serokatiyê hilbijart.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji ofîsa çapemeniya KNHMŞSê hat dayîn, ji bo serokatiyê hilbijartin hat kirin û Xalid Xoca bi 56 dengan ve ji bo serokatiyê hat hilbijartin. Ji bo Alîkariya Serokê KNHMŞSê Hîşam Merve hat hilbijartin.
Ji bo Sekreteriya Giştî ya KNHMŞSê bi sedema ku namzedê bi navê Yahya Mektebî û Cevvad Ebu Hatab ji sedî 50yî zêdetir deng hilneda, hilbijartin hat taloqkirin. Xalid Xoca beriya ku bê hilbijartin, Nûnertiya Tirkiyeyê ya KNHMŞSê kiribû.Li gor daxuyaniyê di civînê de li ser rewşa giştî ya Sûriyeyê û mijarên din sekinîn.(aa)