Xebata li Tirkiyeyê avakirina "Meclisa Êzdiyan"

Hevseroka Federasyona Êzdiyên Ewropayê Farmanê got "Teşebûsa qirkirina li Şingalê bû bingeha rêxistinbûna me. Bû sedem ku em dest bi xebatan bikin. Damezrîna meclisa me her wiha ev yek e ku êzdî a li hember van polîtîkayên qirkirinê li xwe xwedî derkevin"

DIYARBAKIR  - Hevseroka Federasyona Êzdiyên Ewropayê Leyla Farmanê diyar kir wisa bawer dike ji bo ku êzdî xwe ji piolîtîkayên qirkirinê biparêzin û li mafên êzdiyan xwedî derkevin, divê êzdî rêxistinên xwe ava bikin.

Fermanê li Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) civîna çapemeniyê li dar xist û got ku xebatên di bin banê KCDyê de avakirina "Meclîsa Êzdiyan" a ji bo rêxistinbûna êzdiyên ku li Tirkiyeyê dijîn, berdewam dikin. Fermanê da zanîn ku meclîsa ku hêj asta damezrînê de ye ji 29 kesan pêk tê û bi awayê çanda êzdiyan, pirsgirêka wan a axê, pirsgirêkên wan ên hiqûqî rêxistin bûn.

Farmanê got ku DÎŞIyê teşebûs kir ku li Şingalê qirkirinê bike û wiha axivî:

"Em wisa bawer dikin ku divê êzdî bi rêxistinbin. Teşebûsa qirkirina li Şingalê bû bingeha rêxistinbûna me. Bû sedem ku em dest bi xebatan bikin. Damezrîna meclisa me her wiha ev yek e ku êzdî a li hember van polîtîkayên qirkirinê li xwe xwedî derkevin. Em li ser vê bingehê meclisa xwe ava dikin. Awayê rêxistinbûna me wek pirsgirêkên hiqûqê yên êzdiyan, pirsgirêka axê û çanda êzdiyan e."(aa)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Güncel Haberleri