Xortê sporvan ê kurd Seyîd Raşid Husênî, di lêdana boks û kulman de rekorek nû li ser navê xwe tomar kir. Seyîd Raşid Husênî, li bajarê Sine 12 saetan torbê boksê da ber boksan, bêyî ku bêhna xwe bistîne. Bi vî rengî rekorek nû di cîhanê de tomar kir.
Wê xortê kurd ji saet 18:40 heta 06:40 û di bin çavdêriya pispor û hekeman de torbe da ber boks û kulman.Seyîd Raşid ji bo tomarkirina wê rekorê, sê salan kar kiribû.
Husênî par payîzê jî 4 saetan 2 dembêlên 5 kîloyî hildabû û di vî warî de jî rekorek li ser navê xwe tomar kiribû.
Seyîd Raşid Husênî sala 1992 li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye. Husênî ji sala 2008ê ve sporê dike.