Polîtburoya YNKê îro bi serperiştiya Cîgirê Sekreterê Giştî Kosret Resûl li Silêmaniyê civîna xwe ya asayî lidar xist.
Piştî civînê di daxuyaniyekê de YNKê got Kerkûk beşek ji Kurdistanê ye.
Daxuyaniya liser malpera YNKê diyar kir ku divê xala 140ê ya Destûra Iraqê bê bicihkirin û parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ku çendek e banga xweseriya Kerkûkê dike dê guh bide biryarên dawî yên YNKê û siyaseta partiya xwe bimeşîne.
YNKê herwiha piştevaniya xwe ji banga Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re derbirî ku ji bo referanduma serxwebûnê partiyên siyasî bicivin.
Serkidatiya YNKê got ji bo referandumê pêwîstî bi hevdengiya gel û aliyên siyasî heye.