YPG li Cizîr û Kobanê derbên giran li çeteyan dixin

Di çalakî û pevçûnên dijwar ên duh bi şev li kantonên Kobanê û Cizîrê de, YPG/YPJ'ê derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê xistin. Di encama pevçûnan de herî kêm 29 çete hatin kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê li ser pevçûnên dawî yên li kantonên Cizîr û Kobanê daxuyaniyek da. YPG'ê ragihandin ku di berxwedana Kobanê de li hemberî komên çete li başûrê Kobanê êrîşeke berfireh dan destpêkirin û wiha got: "Li gundên Qil Heyde, Sepeta Ereban û rêbenda Dîcleyê pevçûnên dijwar qewimîne. Di pevçûnên li vê derê yên bi hêz û çekên teqwiye yên çeteyan rû dan de 22 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin."

YPG'ê da zanîn ku şerê li başûrê Kantona Cizîrê berdewam dike û wiha pê de çû: "Pevçûnên li rojava û başûrê Kantona Cizîrê dewam dikin.hêzên me şevê din li hemberî komên çete yên li nêzî gundê Menacir ê Til Temirê çalakiyek pêk anî û di pevçûna li qada Girê Fattunê qewimî de 5 çete hatine kuştin. Her wiha hêzên me li hemberî komên çete yên li nêzî gundê Xizêla yê li başûrê Til Hemîsê çalakiyek li dar xistin û di encama vê çalakiyê de 2 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin."

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Güncel Haberleri