Navendê diyar kir ku di pevçûnên li Kobanê de şervanekî Burkan El-Firat jiyana xwe ji dest daye.Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê şer û pevçûnên li Kobanê û Cizîrê de daxuyaniyek weşand.Di daxuyaniyê de li ser herêma Kobanê ev agahî hatin dayîn:
“Di roja 187’emîn a berxwedanê de hêzên me bi operasyonên xwe yên li rojhilat û başûr rojhilatê Kobanê derbeyên girang li çeteyan xistin. Hêzên me li hemberî girê Xirab Zêr operasyonek lidar xistin. Piştî pevçunên dem direj ev gir ji çeteyan hate paqij û azadkirin. Di pevçunên li vê qadê de qasî hatiye zelalkirin 6 endamên çeteyan hatin kuştin. Hêzên me li vir dest danîn ser 2 kilêş, 1.000 fîşekên kilêşan, yek BKC, 3.000 fîşekên BKC, roketavêjek B7, 3 gulleyên roketavêja B7, 2 rext û 20 şarjorên çeteyan. Hêzên me komên çeteyên li nêzîkî gundê Îqbiş ê li ser xeta sînor jî hedef girtin. Di êrîşa li vê qadê de 2 kuştiyên çeteyan hatine tespîtkirin.
Pevçunên li derdora girê Kazanê ya bi çeteyan re şevêdin heta derengiye şevê bênavber berdewam kirin. Di pevçunên li vê qadê de qasî hatiye zelalkirin 19 endamên çeteyan hatine kuştin. Hêzên me li vir tevî 6 termên çeteyan dest danîn ser 10 kilêş, 2.000 fîşekên kilêşan û yek BKC ya çeteyan.Duh di seatên nîvro de komek hemwelatiyên me dema xwestin herin gundê xwe yê Salê rastî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê hatin. Di encama êrîşê de mixabin 3 hemwelatiyên me şehîd ketin. Piştî êrîşê hêzên me bi awayekî lezgîn xwe gihandin herême û li hemberî çeteyên ku êrîş pêk anîne operasyonek dan destpêkirin. Êrîşên ku komên çeteyan a duh li hemberî gundê Sinaa û mefreqa Sirîn dabûn destpêkirin tevahiya hemû rojê berdewam kirin. Di berxwedana ku hêzên Burkan El Fırat jî bi awayekî bandor tevlî bûn de qasî hatiye diyarkirin 8 endamên çeteyan hatin kuştin. Operasyona hêzên me ya bi armanca tehdîda çeteyan li vê herême xilas bikin dabûn destpêkirin jî berdewam dike. Di pevçunên li vê qadê de şervanekî me yê Burkan El Fırat a ku di şikandina êrîşên çeteyan de rolek giring lîst û bi lehengî şer dikir, gihiştiye şehadetê.”
Di daxuyaniyê de derbarê pevçûnên herêma Cizîrê de jî ev agahî hatin dayîn:
“Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser xeta sînorê başûr û rojavayê Kantona Cizîrê berdewam dikin. Hêzên me yên ku zêdetirî êrîşên çeteyan bêbandor kirin, bi êrîşên xwe yên dij derb li çeteyan didin.
Di vê çarçovê ye de hêzên me şevê din li başûrê bajarokên Til Hemis-Til Berak’ê de li hemberî 4 gundên ku çeteyan wekî baregêh bikar dianîn êrîşek lidar xistin. Piştî êrîşê di navbera komên çeteyan û hêzên me de nêzîkî seatekî pevçun hatiye jiyankirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyên DAIŞ’ê ya di van pevçunan de nehatiye zelalkirin.Şevê din hêzên me li hemberî komên çeteyên ku li nêzîkî gundê Xerîta ya di navbera Til Temir û Hasekê de xwe bi cih kiribûn êrîşek lidar xistin. Di encama êrîşê de qasî hate zelalkirin 3 endamên çeteyan hatine kuştin.”(Diha)