RIHA - Welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçarman cih û werê xwe bi terikînin û hatin li bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê bi cih bûn. Welatiyên li konbajaran ji ber şert û mercên zehmet de dijîn. Gelek weletî ji be şert û mercên demsala zivîstanê jî nexweş ketine. Ji ber ku derfetên dermankirinê li Pirsûsê tune ne jî welatî bi mirinê re rû bi rû ne.
Pêwîst e demildes were derman kirin
Nexweşiya li serî xwe da der, gefê li jiyana Ehmed Xidir dixwe. Xidir ê ku li nexweşxaneyên dewletê yên Pirsûs û Rihayê hat mûayenekirin, lê teşhîs li nexweşiya wî nehat danîn, divê demek berî demekê li nexweşxaneyeke xurt a xwedî derfetan, bê tedawîkirin. Xebatkarê tenduristiyê yê dildar Ûgûr Solo der barê rewşa tenduristiyê ya Xidir de axivî û got, "Zarok ji ber ku nikare serê xwe hilgire, li qirika wî sorbûn û birînan xwe dan der. Ji bilî vê, nikare çavên xwe veke, çavên wî tên girtin û derdora çavên wî sor bûye." Solo anî ziman ku divê Xidir demek berî demekê li nexweşxaneyeke xwedî derfetên baş, bê dermankirin û ji bo malbatê banga alîkariyê kir.
Çerm ji bedena wê diweşe
Sevîl Qertal (12) a li heman wargehê jî, ji temenê zarokatiyê ve bi nexweşiyeke ku teşhîs lê nehatiye danîn, ketiye. Destên wê timî ziwa dibe û cihê ku destê xwe didê çerm ji bedena wê diweşe. Destên wê carna xwîn jî dibe. Doktorên dildar ên li wargehan dixebitin, di teşhîs û tedawîkirina wê de, têrê nakin. Li Nexweşxaneya Dewletê ya li Pirsûsê jî teşhîs li nexweşiya wê nehat danîn. Ji ber ku çermê serê Qertal ziwa dibe, porên wê jî diweşe. Qertal a ji ber nexweşiya xwe di êşe û bi hêsanî nikare bigere got, "Ez dixwazim êdî êşa destê min derbas bibe. Dema derdikevim derve ez destên xwe vedişêrim û şerm dikim. Ji ber nexweşiyê dest û lingên min diêşin. Ez dixwazim êdî di nava hevalên xwe de bigerim û bi wan re bilîzim. Dixwazim xêrxwazek destê alîkariyê dirêjî min bike." Xebatkarê tenduristiyê derbarê tenduristiya Solo wiha anî ziman: "Carna xwîn ji destê wê tê. Dema pir dişidîne yan jî tiştekî hildigire, çerm diweşe. Rewşa lingên wê hîn bêhtir nebaş e."
Malbata Sevîn Qertal, malbata Ehmed Xidir û bijîşkê konbajarê Ugur Solun ji bo dermankirina wan bang li hemû nexweşxane, bijîşk û kesên xêrxwaz kirin ku alîkariyê bidin wan.(Diha)