Stenbol - Operasyon li dijî DAIŞê: 50 girtî
Stenbol – Li gor medyayên Tirkiyeyê, hêzên polîs û hêzên Antî-Teror ên Tirkiyeyê derengiya şeva borî li bajarê Stenbolê operasyoneke berfireh li dijî rêxistina DAIŞê pêk anîn.
Li gor wan çavkaniyan, hêzên Tirkiyeyê operasyon bo ser 13 cih û adresan encamp dan û di encama operasyonê de 50 kes bi tohmeta endametî di refên rêxistina DAIŞê de girtin.
Medyayên Tirkiyeyê belav kirin, ku di operasyonê de şer û pevçûnên çekdarî jî derketine û ji ber wan pevçûnan keçek 24 salî bi nave Dîlek bi gulleeyên hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê birîndar bûye.
Operasyon li taxên Ata Şehir, Sarî Yer, Gazi Osman Paşa û Sultan Gazi hatin pêkanîn û tê de jibilî girtina wan kesan, dest bi ser hejmareke belgenameyên elektronî û nivîskî û çekekê de hat girtin.(rudaw)





Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.