Tê xwestin ku Çemê Miksê jî were tunekirin !
WAN . Bi hinceta afirandina enerjiyê HES'ên ku tê çêkirin ekolojiya xwezayê belav dike û her wiha axa Kurdistanê jî qir dike. Li navçeya Miksê ya Wanê ji ber HES'a ku tê plankirin were çêkirin Çemê Miksê jî di bin xetereyê de ye. Karên Avê yên Dewletê (DSÎ) difikire ku li ser Çemê Miksê 2 HES'an bide çêkirin û bi vî rengî him çavkaniyên avê tune bike him jî herêmê bêmirov bike. Ji ber vê projeyê yek ji cihên dîrokî Serkanî ku di serî de ji bo Feqiyê Teyran ji gelek helbestvanan re û kilaman re bûye çavkanî û rih daye wan bi xetereya wendabûnê re rû bi rû ye.
'Armanc bêmirovkirina herêmê ye'
Hevberdevkê Meclîsa Ekolojiya Wanê Yasemîn Ozdemîr jî diyar kir ku armanca çêkirina her du projeyên HES ew e ku demografiya herêmê biguherîne û herêmê bê mirov bike. Ozdemîr anî ziman ku li Wanê yek ji taxrîbatên herî mezin a ekolojîk projeya HES'an e û da zanîn ku ji bo herêma Wanê projeya 31 HES û 2 bendavan di rojevê de ye. Ozdemîr derbarê Çemê Miksê de hin agahî jî dan û got li gor lêkolînên ku hatine kirin ava Çemê Miksê yek ji avên herî paqij û xwezayî ye û wiha pê de çû: "Ev ava çavkaniya xwezayî him ji bo vexwarinê him jî ji bo avdanê tê bikaranîn. Li ser vê çemê tê fikirandin ku 2 HES werin çêkirin. Bi HES'ên ku werin çêkirin dê ava qirêj tevlî ava çem bibe. Bi vê ava qirêj him tenduristiya mirovan him jî qadên jiyanê yê zindiyên di çem de bikeve bin xetereyek mezin. Ji ber ku di nav ava HES'an de avên kîmyewî hene. Divê ev projeya HES'e were rawestandin."
Hevserokê Meclîsa Ekolojiya Wanê Yusuf Sevmîş jî anî ziman ku dewlet projeyên HES û bendavan li Kurdistanê kiriye politikayeke bingehîn. Sevmîş da zanîn ku bi van projeyan dê bi hezaran welatî ji cihên xwe bibin û wiha axivî:" Dê welatî him ji cihê xwe him jî ji hilberînê werin qût kirin. Qûtbûna ji hilberînê tê wateya kolebûnê. Tiştê ku desthilatdar dixwazin bikin jî ev e. Ango dixwazin mirovan bikin muhtacê torbeyek maqerne an jî komirê. Berê ev erdnigarî têrî xwe dikir lê niha ji dewletê re muhtaç tê hiştin. Kurdistan vê heq nake. Ev herêm berê li derveyî Tirkiyeyê ji 3 welatan re sewalên zindî îhraç dikir. Niha sewalên wan têrî wan nake." (diha)




Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.