Tirkmen bi çekan derketin hemberê kamereyan

Tirkmen bi çekan derketin hemberê kamereyan
Piştî ku DÎŞIyê Mûsil û Telafer dagir kir li Kerkûkê hin tirkmenan j ji ber ewlehiya xwe rahêştin çekan

KERKÛK  - Piştî ku rêxistina Dewleta îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) Mûsil û Telafer stend li Kerkûkê hin tirkmen ji bi çekan derketin hemberî kamereyan.

Serokê Eniya Tirkmenên Iraqê (ETI) Erşed Salihî û endamên partiyê bi çekêk ku di destê wan de bûn bal kişandin.Salihî di daxuyaniya xwe de got ku di destê hemû hêlên welêt de çek hene  û wiha axivî: "Mafê tirkmenan jî heye ku ji bo parastina xwe çekan bikar bîne. Ji bo parastina herêm û gelê xwe divê em vî bikin."

Salihî destnîşan kir piştî ku Telafer jî kete destê DÎŞIyê nearamiya wan zêdetir bû û wiha pê de çû: "Rewş ber bi şerê mezhebî diçe. Ji ber vê divê bêyî ku wext derbas bibe tevdîr bên stendin."(aa)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.