Tu kes hawara gundiyên Nisê nabihîze!

Tu kes hawara gundiyên Nisê nabihîze!
Welatiyên gundê Nisê yê Colemêrgê ku gundên wan di salên 1990’î de hatin valakirin ji ber tunebûna av û rê gelek pirsgirêkan dijîn. Ligel ku îhaleya av û rê gelek caran hatin çêkirin jî kesên îhale girtin pere ji bo çêkirina av û rê xerç nekirin.

‘Tenduristiya xwendekaran dikeve talûkê’


Welatî hewcehiyên serşûştinê û paqijiyê jî ji ber tunebûna avê nikarin bikin. Her wiha gelek xwendekarên gundên derdorê jî ji ber perwerdehiyê tên gund. Nêzîkê 300 xwendekarên biçûk jî ji ber vê pirsgirêkê car bi car nexweş dikevin. Qirêjiya dibistanê jî ji bo tenduristiya xwendekaran talûkeyek mezin derdixe holê. 

‘Rê di nav heriyê de ne’

Ne tenê av her wiha riya gund jî ligel ku îhaleya wê çêbû dîsa jî nehatin çêkirin. Rê hemû di nav heriyê de ne û siware pirî caran di nav heriyê de dimînin. Welatî êdî ji vê rewşê bêzar in û demildest ji bo vê çareseriyek dixwazin. Bi taybetî zivistanê tu kes zêde nikare xwe li cihê xwe bilipitîne û derbasî cihek cuda bibe. Di gund de nexweşek çêbe jî nikarin di dema xwe de bigihînin nexweşxaneyê. Komên girêdayî Karayollari jî li ser bangewaziya welatiyan tên saetek dixebitin û welatiyan careke din bi qedera wan re rû bi rû dihêlin. Li gorî welatiyan ev nêzîkatiyek dualî ye. Ji ber ku rê û avê gundên lê cerdevan dijîn tên çêkirin lê yên wan nayên çêkirin. Ceyrana welatiyan jî li gorî kêfa rayedaran tê dayîn. Welatî gelek wext di bin tariyê de dimînin. 
 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.