Xêra rizgarbûna Girê Spî gihîşt Kobanî!
Xêra rizgarbûna Girê Spî gihîşt Kobanî!
Kobanî – Piştî rizgarbûna Girê Spî, nirxa tiştk û pêdiyên jiyanê li Kobanî erzan bû.
Piştî kontrolkirna bajarê Girê Spî û navçeyên derdora wê ji aliyê hêzên Volkana Ferat û YPGê ve û vebûna rêya di navbera Cizîr û Kobanî de, nirxa nan û mazotê li Kobanî daket.
Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Kobanî ragihand ku di çend rojên borî de, 10 tankerên mazotê, 4 kamyon genim û 3 kamyon gaz ji herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê derbasî Kobanî bûn.Li gor peyamnêrê Rûdawê, piştî derbasbûna wan pêdiviyên jiyanê, bi biryara rêveberiya Kantona Kobanî, lîtra mazotê ji 375 lîreyan daket 20 lîreyan û wê ji her malbatekê re 200 lîtir mazort wekî alîkarî were dayîn.
Herwiha rêveberiya Kobanî biryar da ku kîloya nan jî ji 110 lîreya dakeve 20 lîreyan, lê tîpa gazê wê wekê berê bi 3500 lîreyan bê firotin.(Rudaw)





Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.