YNK naxwaze wezareta navxwe bigihe Tevgera Goran

YNK naxwaze wezareta navxwe bigihe Tevgera Goran
Tevgera Goran li beramber destjêberdana postê cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, daxwaza Wezareta Navxwe dike û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî vêna wek darbeyê dibîne.

HEWLÊR -Li gor agahiyên BasNewsê, Tevgera Goran niha li ser wê yekê pêdagiriyê dike ku eger postê cîgirê serokwezîr negihiyê divê Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê jêre be û li gor çavdêrên siyasî jî, du sedem li pişt vê daxwaza niha ya Tevgera Goran hene, yekem Tevgera Goran dixwaze kontrola Silêmaniyê ji destê YNK’ê derxîne û duyem jî ew e ku zextê li YNK’ê bike, ji ber eger Wezareta Navxwe bigihe Tevgera Goran evna zexteke mezin e li ser Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê.

Di vê derbarê de serokê lijneya navxwe ya gera sêyem a Parlamentoya Kurdistanê (YNK) Îsmaîl Mehmûd ji BasNewsê re got: ‘’Postê cîgirê serokwezîr û wezareta navxwe du postên bilind û girîng in, lê Tevgera Goran di wergirtina Wezareta Navxwe de serkeftî nabe, ji ber biraniya karmend û fermanberên wê wezaretê wek polîs, asayîş û pêşmerge PDK û YNK’yî ne û Tevgera Goran bi wezîrek û çend kesan nikare serkeftinê bidest bixe. Herwiha wergirtina wê wezaretê ji aliyê Goran ve nayê wê wateyê ku wan hêzan kontrol bike, ji ber ew di warê endamtî û bîr û baweriyê ve ser bi aliyê din in.’‘

Lê Wekîlê Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê (YNK) Celal Şêx Kerîm wergirtina postê  wê wezaretê ji aliyê Tevgera Goran ve normal dibîne û wiha dibêje: ‘’Evna bi gotêbêjên aliyên siyasî ve girêdayî ye, hîç hêzek jî nikare bi wergirtina posekî hêza din ji nav bibe, ne Tevgera Goran dikare vêna bike û ne jî YNK.’‘

Di civîna dawî ya ligel Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de, Tevgera Goran ku li beramber 38 kursiyên PDK û 18 kursiyên YNK’ê xwedan 24 kursiyên Parlamentoya Kurdistanê ye, sê senarya pêşkêşî şanda danûstandinan a PDK’ê kiribûn, yekem wergirtina postê cîgirê serokwezîr, duyem serokê parlamentoyê û cîgirê serokê herêmê û sêyem jî wezareta navxwe bû.

Ji aliyê xwe ve PDK’ê ji Tevgera Goran re gotibû ku dê van he sê pêşniyaran gotûbêj bike û nerîna YNK’ê di vê derbarê de werbigire. Lê li gor zanyariyên BasNewsê, her sê senaryo jî bo YNK’ê giran in û YNK senaryoya sêyem wek mebesteke diyarkirî ya Tevgera Goran dibîne.

Di vê derbarê de Endamê Civata Tevgera Goran Şêx Cengî Saleyî ji BasNewsê re tekez kir ku ew ne kêm û ne zêde heqê xwe dixwazin û eger heqê wan jî neyê dayîn, tevî hikûmetê nabin û wiha axifî: ‘’Di karê mixalefetê de ezmûneke me ya baş heye û emê bibin mixalefet.’‘

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.