YPG: Hêzên Tirk êrişî me kirin!
YPGê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, hêzên Tirk şeva 24ê Cotmehê û sibeha 25ê heman mehê êrişî çeperên şervanên wan ên li ser sînorê Girê Spî kirine.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku hêzên Tirk bi çekên “A4” û “MG3” êrişî şervanên YPGê kirine.
Nehat zanîn ka di encama wê êrişê de tiştek bi şervanên YPGê hatiye yan na.
Balkêş e ku ev êriş piştî tehdîd û gefên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li dijî PYD û Rojavayê Kurdistanê pêk tê.
Erdogan gotibû, Girê Spî bajarekî erebî ye lê PYD li wir kantonê ava dike. Êdî ew ji bo me bûne tehdîd ji ber wê jî çi pêwîst dê bê kirin!
Çend roj berê, Meclisa Rûspiyan a Girê Spî biryar dabû, bajarê Girê Spî bi rêveberiyeke xweser were birêvebirin.
Rayedarên Kantona Kobanî jî dibêjin, Girê Spî girêdayî Kantona Kobanî ye, bi serê xwe kanton nîne.





Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.