Yuksekdag: AKP'ê li hemberî gel şer daye destpêkirin
ŞIRNEX (DÎHA) - Yuksekdag li vir got; "AKP'ê li hember gelê ku ew ji desthilatdariyê xistine şer daye destpêkirin. Lê binêrin ev der ew dere ku gelê Şirnex yê bi rûmet û welatparêz AKP kiriye partiya tabelayê."
Li navçeya Silopî ya Şirnexê piştî ku 7'ê hezîranê polîsan xwest xendekên welatiyan ji bo parastina cehwerî ya li hember girtin û binçavkirinan bigire ciwan û gel nehiştibû polîs û wesayîtên zirxî bikevin taxê û di encama pevçûnan de 3 welatî hatibûn qetilkirin, bi dehan welatî hatibûn birîndarkirin û welatiyên ku birîndar birine nexweşxaneyê hatibûn binçavkirin û îşkence li wan hatibû kirin. Heyeta HDP'ê ya 3'yemîn ku ji Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag, Berdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan û Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Ertugrul Kurkçu, Parlamenterên HDP'ê yên Mêrdînê Gulseren Yildirim û Erol Dora, Hevşaredara navçeya Yenişehirê ya Amedê Ulku Baytaş pêk tê ji bo malbatên xizmên wan hatine qetilkirin, birîndarkirin û binçavkirin her wiha êrîşên polîs û tîmên taybet ên li hember taxa Zapê lêkolîn bike hate Silopî. Beriya ku heyet malbatan ziyaret bike û li taxa Zapê lêkolînan bike li avahiya HDP'ê ya Silopî bi Parlementerên HDP'ê yên Şirnex Faysal Sariyildiz, Ferhat Encu, hevşaredarên herêmê, hevserok û rêveberên HDP û DBP'ê yên herêmê, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û gel re hatin cem hev. Li vir Parlamenter Sariyildiz der barê bûyer û êrîşên polîsan yên li Silopî agahî dan heyetê. Piştre Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag got ku AKP'ê li hember gelê ku ew ji desthilatdariyê xistine şer daye destpêkirin û wiha axivî; "Lê binêrin ev der ew dere ku gelê Şirnex yê bi rûmet û welatparêz AKP kiriye partiya tabelayê. Li vir hêza rewa ew ku wekîlên gel hilbijartine û hêza ne meşru jî AKP û destbirayên wê yên siyasî û qesr û saziyên qesrê ne."
'AKP û Qesrê hêza gel nedîtin'
Yuksekdag bi lêv kir ku piştî 7'ê hezîranê AKP têk çûye lê vê yekê hezm nake û axaftina xwe wiha berdewam kir; "AKP'ê di 7'ê hezîranê de dixwest desthilatdariya wê zêdetir bibe. Dixwestin ne tenê desthilatdariya partiyekê, desthilatdariya zilamekî pêk bînin. Li gelek deveran bi taybetî li Kurdistanê pêşiya Erdogan vîna gel girt. Tunebûna xwe ya li herêmê hezm nekir, têkçûyîna xwe û serkeftina HDP'ê ya li herêmê hezm nekir. Li hember xwe hêza demokratîk hezm nekir. AKP'ê û Qesrê bi salan e hêza gel nedîtin. Xwestekên gel nedîtin."
Yuksekdag anî ziman ku şerê taybet yekemîn li Şirnex hatiye destpêkirin û axaftina xwe wiha domand; "Li vir kontra gerîla hatin avakirin û bikaranîn. Li Şirnexê Jitemê bi salan xwe rêxistin kir û komkujî pêkanîn. Ji salên 90'î heya niha gelê herêmê ji demokrasî û aştiyê gav paşve neavêtiye. Nekarîn vê xwesteka demokrasî û aştiyê reş bikin. Îro jî ev gel destûrê nade tarîkirina demokrasî û aştiyê. Di van şert û mercên giran de baweriya me bi mafdariya gelê me heye."(diha)





Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.