Zarok dê li ser sûc û ceza niqaş bikin
AMED- Endama Hewldana Bila Girtîgehên Zarokan bê girtin Gamze Yalçin, anî ziman ku ew dê di 20'ê Nîsanê de li Sumerparkê bernameya ku zarok li ser sûc û ceza niqaş bikin pêk bînin.
Ji 23'ê Nîsanê Roja Cejna Zaroken Neteweyî re 5 roj man. Di roja cejna zarokan de bi hezaran zaroken kurd dê li girtîgehan roja xwe derbas bikin. Li aliyê din zarokên dewlemend, tirk ereb û serdestan jî dê roja xwe di nava şahî lîstik û xweşişê de derbas bikin. Wezerî Dadê yê berê Sadullah Ergin di 11'ê Gulana 2013'arn de diyar kiribû ku di sibata 2013'an de 2001 zarok girtî ne. Li aliyê din Hewldana Bila Girtîgehên Zarokan bê Girtin ku ji gelek sazî û rêxistinan pêk tê ji bo mafên zarokan bê parastin dest bi xebatên cuda kirin. Hewldanê ji bo parastina mafên zarokan dest bi kampanya "Bila girtîgehên zarokan bên girtin" meşandin. Niha bi hezaran zarokên kurd dê li girtîgehan 23'ê Nîsanê derbas bikin.
Endama Hewldana Bila Girtîgehên Zarokan bê Girtin û Rêvebera Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Gamze Yalçin, anî ziman ku ew dê di 20'ê Nîsanê de li Sumerparkê bernameya ku sarok li ser sûc û ceza niqaş bikin pêk bînin. Yalçin, anî ziman ku armanca xebata wan a sereke azadiya zarokan e û wiha got: "Hêj zarok mexdûr in. Zarokên ku li girtîgehên Kurkçulerê û Pozantiyê rastî tacîz û tecawizê hatin hêj ev mexdûriyet ser xwe neavêtine. Me xwest êdî zext, zordarî, tacîz û tecawiza li ser zarokan bi dawî bibe. Em wekî hewldana Amed, Stenbol, Enqere, Îzmîr û Mêrsînê xebatê dimeşînin. Me li Amed û gelek bajarên din di 10'ê Adarê de stanta îmzeyan vekir. Me di nava 5 rojan de li Kolana Hunerê 5 hezar îmze kom kirin. Niha di destê me de 5 hezar û 500 îmze hene. Kampanya me berdewam dike. Em dê daxwazên xwe ji Meclisê û saziyên sivîl ên civakî re bêjin. Dîsa em dê di 20'ê Nîsanê de li parka Sumerê ya Amedê bernameya ku zarok li ser sûc û cea niqaş bikin pêk bînin.Barış Koyun(Diha)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.