Ziyareta Zana ya li Îmraliyê tê çi wateyê?

Ziyareta Zana ya li Îmraliyê tê çi wateyê?
Gelek nivîskar û rojnamegerên cuda yên Tirkiyeyê, çûna Parlamentera Amedê Leyla Zana ya Îmraliyê wekî hevdîtinek taybet nirxandin.

Lê Rêveber û parlamenterên BDP'ê ev wekî hevdtinek asayî û rûtin nirxandin. Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demirtaş jî anî ziman ku ev ziyaretek asayî ye. 

ENQERE - Parlamantera Serbixwe ya Amedê Leyla Zana, li gel Cîgirê Hevserokên HDP'ê Sirri Sureyya Onder, di 25'ê Çile de çûn Îmraliyê û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Piştî hevditnê, mijarên Kongreya Neteweya Kurd û mijarên Rojava ketin rojevê. Ocalan di hevditinê de diyar kir ku ji Barzanî re name şandiye. Leyla Zana di sala 1991'an de jî dema wekî parlamentera Partiya Gel a Demokratîk a Civakî hatibû hilbijartin li Kampa Bekayê dîsa Ocalan ziyaret kiribû. 

Medya AKP'ê dixwaze wekî hevdîtinek taybet bibîne

Hevdîtina Heyeta BDP û HDP'ê ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi erêkirina Wezîrê Dadê Bekir Bozdag û û Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan pêk hat. BDP di axaftinên xwe de jî balê dikişîne ser vê yekê. Ji roja hevdîtina bi Ocalan heta niha hemû parlamenterên BDP û HDP'ê yek bi yek serî li Wezareta Dadê dan û xwestin hevditinê pêk bînin. Lê wezaretê tenê serdana Zana erê kir. Lê piştî Zana çû Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin pêk anî. Lê li gel ve yekê medya AKP'ê bi taybet dixwaze wateyek cuda li ser bar bike. 

Bi hevditinên rûtin re heman tişt e

Di kulîsên BDP'ê de jî tê gotin ku ev hevdîtin ji rêzê û rûtin e. Rêveberên BDPê, diyar kirin ku ev ne hevdîtinek taybe e û hevdîtinek asayi û ji rêzê ye. Di hevditinên kulîsan de tê gotin ku di hevdîtina wan a bi Ocalan de li ser nameya Barzanî û Kongreya Neteweyîya Kurd rawestiya ye û ji bilî vê yekê tiştekî din nehatiye niqaşkirin. BPP'îyan diyar kir ku ji bili mijarên ku bi raya giştî re parve kirin tiştekî din nehatiye niqaşkirin. 


Demîrtaş: Peyamek taybet nehat gotin

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demîrtaş jî anî ziman ku ev hedîtinek asayî û ji rêzê ye û ji bilî tiştên ku hatin parvekirin tiştekî din nehatiye parvekirin. Demîrdaş, da zanîn ku hemû wekîlê wan serlêdan kiriye, lê tenê ji bo Leyla Zana destûr hatiye dayîn. Demîrtaş, anî ziman ku Leyla xanim emrê xwe daye siyasetê û navekî sembol e. Demîrtaş, da zanîn ku wateya wê ya sembolik bi hêz e. 

Kaynak:

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.