• Diyarbakır14 °C
  • Batman16 °C
  • Mardin20 °C
  • Bingöl10 °C
  • Bitlis10 °C
  • Elazığ11 °C
  • Erzincan10 °C
  • Şanlıurfa19 °C
  • Erzurum7 °C
  • Ağrı6 °C
  • Gaziantep18 °C
  • Hakkari10 °C
  • Muş8 °C
  • Siirt18 °C
  • Van10 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Amerîka bo PYDê: Ji PKKê dûr bikeve
03 Mart 2016 Perşembe 14:04

Amerîka bo PYDê: Ji PKKê dûr bikeve

Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken ji PYDê xwest xwe ji PKKê dûr bixe.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken di civîna Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de behsa şerê li dijî DAIŞê kir.

 

Anthony Blinken ragihand divê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) xwe ji piştgiriya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dûr bixe û hewlên xwe bêtir bide şerê li DAIŞê.

 

Blinken anî ziman her çalakyeke YPGê ya ji bo piştgirya PKKê dê bibe sedema derketina aloziyan û wiha got:

 

“Ev kom di şerê li dijî DAIŞê de gelekî bibandor e, ku armanca me jî ev e. Lê heger PYD ji bo piştgiriya PKK hinek gav bavêje yan jî hewl bide şerê komên dijbere yên din bike wê demê pirsgirêkên mezin derbikeve. Ji ber vê yekê em bang li PYDê dikin ku hewlên xwe bêtir bide şerê li DAIŞê.”

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim