Baydemîr jî cemed şikand û beşdarî xebatan bû

Baydemîr jî cemed şikand û beşdarî xebatan bû
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr ku ev demek e li derveyî welêt bû, çawa gihîşt bajêr berfa qerisî û qeşa şikand û serdana ekîbên karê maliştina berfê dikin.

AMED (Navenda Nûçeyan) - Piştî barîna berfê yê sê rojan pileyê germê li bajêr daket bin sifirê 10-15 pileyî û ev 5 roj in ekîbên şaredariyê bi kamyonan vê berfê vedihugêzin derveyî bajêr. Ekîb û makîneyên kar ên Karên Fenî yên Şaredariya Bajarê Mezin, Serokatiya Beşa Zabiteyan, Serokatiya Beşa Kontrol û Parastina Jîngehê û Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎyê li herêma Yenîşehrê befr tê guhastin û cemed tê şikandin. Baydemîr çû sexbêriya xebatkarên şaredariyê û ji ber xebata wan a vê sermayê spasiya wan kir. Baydemîr demekê bi tevirî cemed şikand û derbarê xebatan de agahî ji Sekreterê Giştî yê Şaredariyê Fahrettin Çagdaş wergirtin. Çagdaş diyar kir ku heta niha 500 ton xwê bi kar aniye û pêdiviya hinek şaredariyên navçeyan jî bi cih aniye. Çagdaş da zanîn ku xebatên xwêkirinê saet ji 05:00a destê sibê dest pê kirine.   

Şaredar Osman Baydemîr jî ji dikanekê salep kirî û pêşkêşî xebatkaran kir. 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.