DAIŞê li Sûriyê û Rojava 3895 kes îdam kirine
Yayınlanma:
Güncelleme:
Saziyeke mafê Mirovan dibêje: Bi tenê di 19 mehan de DAIŞê li Sûriye 3 hezar 900 kes kuştine ku 2 hezar 114 welatiyên sivîl di nav de bûn.
Navenda Nûçeyan -
Rewangeha Sûrî ya mafê Mirovan di daxyaniyeke de diyar kir, ji destpêka ragihandina “dewleta Xîlafetê ya DAIŞê 29ê Hezîrana 2014an û heya niha li Sûriye, çekdarên wê rêxistinê 3 hezar 895 sivîl û şervan û serbaz îdam kirine.
Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan daxuyakirin ku, ji nav wê hejmarê piraniya wan xelkê sivîl bûn, ku 2114 welatiyên sivîl di 19 mehan de hatine îdamkirin.
Hat gotin 78 zarok û 116 jin di nav kesên îmda kirî de ne û piraniya wan, yan bi gulle barankirinê yan jî bi avêtina wan ji cihekî bilind, yan jî bi serjêkirinê hatine îdamkirin.
Li gor wê saziya mafê mirovan ev kuştin bi tevahî li parêzgehên; Şam û derdora wê, Reqa, Hesekê, Dêrazorê, Heleb, Humis û hemayê hatine emcadan
Resmi İlanlar
Güncel
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.