Demirtaş: Kurd naxwazin ji Tirkiyê cuda bibin
Enqere –Hevseorkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş îro di dema birêveçûna konfransa HDPê li bajarê Enqere ya paytexta Tirkiyê gotarek pêşkêş kir û di gotara xwe de behsa şer û aloziyên li bajarên Bakurê Kurdistanê kir.
Selahattin Demirtaş ragihand: “Pêwîst e dawî bi gullebarankirina xelkê li Tirkiyê were anîn. Bi kuştin û girtin û îşkencekirina terman destûra nû nayê nivîsandin.”
Demirtaş got, wan gellek hewl daye desthilatdarên faşîst ên Tirkiyê neçar bikin, dawî bi kuştinê bînin û operasyonan bisekinînin.
Demirtaş tekez jî kir, kurd li Bakurê Kurdistanê hewla cudabûna ji Tirkiyê nadin.
Derbarê acendaya HDPê de jî Hevserokê HDPê got: “Em hatine kêmasiyên hev çareser û baş bikin”. Selahattin Demirtaş da zanîn, ku li seranserê Tirkiyê hejmareke zêde ya xelkê hêvî bi HDPê hene.
Derbarê siyaseta Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) de jî Demirtaş amaje bi encamên xirab ên şêweya desthilatdariya AK Partiyê kir û got: “Şerê AKPê tenê li dijî gelê Kurd nîne.”(rudaw)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.