Dijbereya Sûriyê ber bi Jenêvê ve rêket
Yayınlanma:
Güncelleme:
Şanda dijbereya Sûriyê bo beşdarbûna hevdîtinê Jenêv-3 de, ber bi Swîsreyê bi rê ket.
Hewlêr – Bi mebesta beşdarbûna di danûstandinên Jenêv-3 de, berî demekê şanda dijbereya Sûriyê ji bajarê Riyada paytexta Erebistana Siûdiyê ber bi Swîsreyê bi rê ket.
Berdevkê Şanda Bilind a Danûstandinan Hêzên Dibereya Sûriyê Salim Muslît duh ragihandibû hêzên dijbereya Sûriyê rijd in li ser beşdarîkirina di gotûbêjên Jenêv-3 de, lê ji bo wê yekê mercên wan hene.
Salim Muslît diyar kir ku ew dixwazin gotûbêj dest pê bikin, lê tiştê ku rê li ber beşdarîkirina wan digire, berdewambûna êrişên asmanî ne bo ser xelkê sivîl û dorpêçkirina bajarên di bin destê dijbereyê de ji aliyê hikûmeta Beşar Esed.(rudaw)
Resmi İlanlar
Güncel
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.