Hesen Şerif: Hunera me ji reseniya me tê
Hunermendekî ku jiyana xwe bi êş û azar û sirgûnan derbas kirî ye û niha bi hunera xwe çar perçeyên Kurdistanê hembêz dike û di nav wan de dibe pireyek. Hunermend Hesen Şerîf xwe û hunera xwe wiha vedibêje ji me re û dom dike; “Divê hemû hunermendên kurd rola xwe bileyzin da ku pêwîstî bi pireyan nemîne”
Di nav azarên dijwar de afirîneriya mûzîkê
Hunermendê mûzîkê Hesen Şerîf ku ji zaroktiya xwe ve bi mûzîkê re eleqedar e yek ji hunermendên kurd ên ku karê mûzîkê û şoreşgeriyê bi hev re dimeşîne. Ji ber ku di heman demê de şoreşger e, di hunera xwe de her dem kul û kederên gelê kurd haniye ziman. Hesen Şerîf’ê ku ji ber zordestiya li ser gelê kurd wî bixwe jî gellek azaran kêşaye, di sala 1985’an de, di qonaxa ku hewl dide dest bi mûzîkê bike, ji bêçarî ji warê xwe koç dike û bi salan di kampên penaberiyê de dimîne. Ji ber ku di nav malxalanên wî de kevneşopiya dengbêjiyê heye û di bin bandora wan de dimîne, dibe bengîdarê şêweya mûzîka kurdî ya resen, ango dengbêjiyê. Li Duhokê, di 85’an de bi awayekî amator, bi komên piçûk ên herêmî re dest bi pêkanîna muzikê dike. Bi çûna şevên şahî û cejnan de ezmûneke baş derbas dike, lê belê êş û azar her di rêça wî de ne û dest jê bernadin. Hesen Şerîf dema qala wan rojên dijwar ên penaberiyê dike hêstir li çavên wî bar dibin û wiha dibêje: “Îro jî gelê kurd, dîsa di heman rewşê de ye. Gelê me di salên 85 û 86’an de di rewşeke xeternak de bû. Zordariyeke mezin li ser gelê me yê Başurê Kurdistanê hebû. Di wan rojên dijwar de hesta min a neteweyî zêde xurttir bû. Ji ber vê yekê min dest bi strandina ramyarîyên şoreşgeriyê û yên siyasî kir. Min dixwest ez hunera xwe ji bo xurtkirina tekoşeriya gelê xwe bikar bînim. Bi dilgermî û şiyarkirina gel me dest bi qonaxeke nû ya mûzîkê kir”
Mûzîkjenekî şoreşger
Hunermend Hesen Şerîf di dema komkujiya Helepçe û enfalê de Peşmerge ye û wê demê hem hunera xwe pêk tîne hem jî ji bo parastina gelê xwe Pêşmergyiyê dike. Şerîf, çêroka jiyana xwe wiha vedibêje: “Jiyana min qonax bi qonax guherî. Ez dikarim bêjim sê qonaxên grîng ên jiyana min hene. Qonaxa yekem; di kêliya şoreşê de destpêkirina hunerê ye. Wê demê em di bin nîrê rejima baasê de bûn. Piştre ji ber stranên ramyari û şoreşgerî em neçarbûn ku em ji bajêr derkevin. Di sala 87’an de em vekişiyan çiyayan. Wê demê nêzîkî sal û 6 mehan min Pêşmergetî kir û li dij baasê şer kir. Piştî ku komkujiya Helebce û enfalê rû da. Ji ber van rûdanên kambax koçberîyeke mezin destpê kir û gelê kurd warê xwe terikand. Di wê kêliyê de em derbasê Bakurê Kurdistanê bûn û hatin bajarê Amedê. Li Bakurê Kurdistanê sê kampên me hebûn û ez li kampa Amedê bi cih bûm. Ew êş û azad nayêne ziman, lewre ziman têra wê nake. Ji bilî 182 hezar kurdên ku hatin qetilkirin koça giran bû sedemê trajediyên pir mezin. Gelek mirovan di rêyan de jiyana xwe ji dest dan”





Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.