Îlam, bajarê petrolê û hejartirîn parêzgeh

Îlam, bajarê petrolê û hejartirîn parêzgeh
Li bajarê Îlam ê Rojhilatê Kurdistanê rojane bi hezarn bermîl petrol lê tê berhemanîn û nûnerê wê parêzgehê jî dibêje ku berhemanîna petrolê tu tesîr li daniştvanên wê nekiriye. Li gor navenda daneyan a Îranê jî Îlam hejartirîn parêzgeha wî welatî ye.

Navenda Nûçeyan

ÎLAM -Nûnerê Parêzgeha Îlam li Encûmena Şûra ya Komara Îslamî ya Îranê, Umran Elî Mihemedî di vê derbarê de ji kanalên ragehandinê re got: ‘’Ji birên petrolê yên bajarê Îlam, rojane 220 hezar bermîl petrol tê derxistin, lê belê vê berhemanînê bi hîç awayekî tesîreke baş li jiyan û rewşa aborî ya daniştvanên Îlam nekiriye û tiştek neguhertiye.’‘

Mihemedî wiha dibêje: ‘’Zêdeyî ji sedî 11’ê çavkaniyên petrol û gaza Îranê di parêzgeha Îlam de ye, ev parêzgeh gelekî kêm pêşketiye û sermayeyeke kêm jî jêre tê veqetandin, me daxwaz ji aliyên peywendîdar kiriye ku ji ber vê dewlemendbûna Îlam divê sermayeyeke zêdetir jêre bê veqetandin, da rêjeya bêkariyê kêm bibe û pirsgirêka hejariyê jî were çareser kirin.’‘

Li gor raporta herî nû ya Navenda Daneyan a Komara Îslamî ya Îranê jî, rêjeya bêkariyê li parêzgeha Îlam nêzîkê ji sedî 16 ye û Îlam wek hejartirîn parêzgeha Îranê tê binavkirin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.