Koma Aştiyê: Dewleta tirk aştî bêwate kiriye

Koma Aştiyê: Dewleta tirk aştî bêwate kiriye
Koma Aştiyê ya ku li ser banga Rêberê Gelê Kurd di 19’yê cotmehê de hatin Tirkiyeyê û niha hinek ji wan di girtîgehan de ne diyar kirin ku dewleta tirk aştî bêwate kiriye û wiha gotin: ”Ji ber wê baweriya kurdan bi AKP’ê nayê.”

Çar sal bi ser hatina Komên Aştiyê yên di 19’ê Cotmeha 2009’an de bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine Tirkiyeyê re derbas bû. Komên ku ji Qendîl û Maxmûrê hatîn, li deriyê Xabûrê bi coşeke mezin ji aliyê sed hezaran ve bi heybet hatin pêşwazîkirin. Rayedarên dewletê ku ji vê coş û kêfxweşiya gelê kurd aciz bûn di demek kurt de piraniya endamên Koma Aştiyê girtin û avêtin zindanê. Yên ku li derve jî man neçar bûn ku vegerin cihên jê hatine. Niha jî pênc endamên Komên Aştiyê bi hinceta endamên rêxistinê ne di girtîgehan de ne.

Di van rojên ku nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka kurd didomin de berdevkê Koma Aştiyê ya Mexmûrê Nurettîn Turgut û Endamê Koma Aştiyê ya Qendîlê Mustafa Ayhan li ser salvegera hatina xwe ya Tirkiyeyê û pêvajoya çareseriyê ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê nêrînên xwe anîn ziman. Endamên Koma Aştiyê dan zanîn ku kirin û gotinên Hikûmeta AKP’ê baweriyê nade û kurd mafdar in ku bawerî bi polîtîkayên dewletê neynin û xwestin ku sozên hatine dayîn ji raya giştî re bên aşkerakirin. 
 
EM NEBÛN AMÛR
Berdevkê Koma Mexmûrê Nurettîn Turgut bi bîr xist ku dema ew hatine Tirkiyeyê ji ailyê gelê kurd û derdorên ku hesretî aştiyê ne, bi kêfxweşî û coşeke nedîtî hatine pêşwazîkirin û wiha pê de çû: “Wê demê Hikûmeta AKP’ê bi navê “Vebûna Çareseriyê” pêvajoyek dianî ziman. Lê ew pêvajo ji feraseta çareseriyê dûr bû. AKP bi siyaseta populîst nêzî pirsgirêkê dibû û lewre ne xwedî perspektîfa çareserî û aştiyê bû. Ji ber vê yekê bi feraseteke berjewendîperest destûr da ku em ji Xabûrê derbasî hundir bibin. Lê piştre li pişt vê pratîka xwe ranewestiya.”
Turgut sedema girtina xwe bi lîstika hikûmetê ve girê da û wiha domand: “Hikûmetê wê demê dixwest lîstika xwe piralî bilîze. Dixwestin me jî bikin parçeyekî wê lîstikê. Lê em nebûn amûrên lîstika ku bi navê çareseriyê dihat lîstin. Vê sekna me hesabên wan ên li ser Koma Aştiyê vala derxistin. Armanca wan ne aştî bû. Jixwe me di dema AKP’ê de dît û fêm kir ku peyva pîroz “Aştî” çawa bêwate tê hiştin û ew têgeh jî heyecanê di nava civakê de çênake. Mixabin vê hikûmetê ev yek jî kir.”
 
NASNAMEYA SIYASÎ
Nurettîn Turgut bal kişand ser wê yekê ku dema Koma Aştiyê di sala 2009’an de hat Tirkiyeyê, hikûmeta AKP’ê xwest hatina komê bike malê xwe û ew agahî dan: “Bi hatina me, hikûmetê hewl da wisa nîşan bide ku ya çareseriyê dixwaze ew e û ji bilî wê tu hêz nikarin pirsgirêka kurd çareser bikin. Propaganda kirin wekî ku AKP dixwaze bi rastî jî pirsgirêkê çareser bike. Her wekî ku di navenda hemû pêşketinan de AKP heye û em jî li dora wî figûran bin. Bi vî awayî hatina me pêşkeşî raya giştî ya Tirkiyeyê kirin. Em wekî kom li gorî van hesaban tevnageriyan. Em li gorî çand û nasnameya xwe ya siyasî tevgeriyan. Sedema esasî ya girtina me jî ev yek bû. Wan rojan serokomar jî bi daxuyaniya xwe nîşan da ku ew ji kar û barên me yên ji bo aştiyê aciz e. Serokomar Abdullah Gul bi gotina: ‘Hatin, bila efendî efendî biçin li mala xwe rûnin.’ Em hedef nîşan dan û ji xwe pişt re jî em hatin girtin.”
 
BIRÊZ OCALAN
Li ser rol û mîsyona Komên Aştiyê jî Turgut da zanîn ku ew wekî, Komên Aştiyê li ser banga birêz Ocalan hatibûn û ev tişt anî ziman: “Hatina me bi mîsyonekê pêk hatibû. Hatin bi tenê ne bes bû. Li gorî rola ku ji me re hatibû dayîn diviyabû em li hemû Kurdistan û Tirkiyeyê bi nasname û baweriyên cuda re bihatana cem hev. Bi vî awayî me yê peyama aştiyê ya birêz Ocalan bigihanda Jixwe ji roja ku em hatin û heta hatin girtin em qet ranewestiyan. Heta ji destê me hat, xebitîn. Hikûmeta AKP ji vê xebata me nerehet bû û em dan girtin.”
 
SAMÎMIYETA KURDAN
Turgut got ku xwedîderketina li wan a ji Deriyê Xabûrê heta roja hatine girtin pir watedar û bi rûmet bû û da diyarkirin ku ev xwedîderketin dihat wateya ku gelê kurd bi her awayî piştgirî dide pêvajoya aştiyê ya ku birêz Ocalan daye destpêkirin. Turgut wiha axivî: “Ev pêvajoya ku niha didome ya ku birêz Ocalan di Newroza 2013’an de daye destpêkirin nîşan dide ku gelê kurd çiqas alîgirê aştî û çareseriyê ye. Kurdan tevî pêşengê xwe diyar kirin ku ji çareserî û aştiyê re çiqas amade û samîmî ne.”
 
XWEDÎDERKETIN KÊM BÛ
Turgut daxuyand ku bi hatina wan a Tirkiyeyê wekî gelê kurd gelek der dor û şexsiyetan jî bi hesreta aştiyê ew hembêz kirine û eleqeyeke pir germ nîşanî wan dane û ev nirxandin kir: “Lê di dema pêvajoya girtina me de mixabin heman hesasiyet û baldarî nehat nîşandan. Di pêvajoya hatina me de di serî de Meclisa Aştiyê ya Tirkiyeyê (TBM) û gelek rewşenbîr û aştixwaz li me xwedî derketin. Di vê çarçoveyê de ji bo em xwe bigihînin derdorên cihê yên aştixwaz em li Enqereyê tevli gelek civîn, xebat û aktîvîteyên Meclisa Aştiyê jî bûn. Piştî ku em hatin girtin û darizandin jî çend caran tevli rûniştinên me bûn. Lê ev eleqe bi demê re kêm bû û qediya. Lê li dijî wan polîtîkayên qirêj ên girtinê û cezayên ku li me hatin birîn dikaribûn hîn çelengtir û çalaktir bûna û rastiyê ji raya giştî ra ragihandana.”  Turgut rexne li sazî, dezgeh û hilbijartiyên kurd jî kirin ku piştî ew hatine girtin van saziyên legal û demokratîk jî eleqedariya pêwîst nîşan nedane. Turgut ev yek rexne kir û anî ziman ku vê xemsariyê ew xemgîn kirine.
 
AKP ÇARESERIYÊ NAXWAZE
Berdevkê Koma Aştiyê ya Mexmûrê Nurettîn Turgut pêvajoya çareseriyê û xetimîna di vê merheleyê de jî nirxand û da zanîn ku sedema xitimînê polîtîkayên berjewendîparêz ên Hikûmeta AKP’ê  ne. Turgut rexneyên xwe yên li AKP’ê bi van gotinan domandin: “Hikûmeta AKP’ê îrade û biryardayîna çareseriyê nîşan nade, gavan navêje. Hêviya çareseriyê diafirîne lê gavên pêwîst navêje. Heta mirov dikare bêje ku tu gavên ku xizmetî çareseriyê bikin navêje. Ji 2005’an de dema Erdogan li Amedê xeber da û heta niha 9 sal derbas bûn. Hîn jî bi heman gotinan pirsgirêkê bi nav dike û civakê mijûl dike. Di hilbijartina 2007’an de heman ziman bi kar anî. Ligel îqtîdarê jî gav neavêt. Her tim got “Statukoparêz hene. Asteng hene.” Di sala 2009’an de “Pêvajoya Vebûnê” anîn ziman lê bi operasyonên qirkirina siyasî dest bi şerekî dijwar kir. Vaye ev nêzî salekê ye ku pêvajoya diyalogê didome. Dîsa gavan navêje. Bersiv nedaye pêşniyara birêz Ocalan a “Em derbasî muzakereyan bibin.” Gavan navêje û bi pakêtên ku derdixe henekên xwe bi gelê kurd dike. Di pakêta ku derxistin de pergala înkarê nerm nake, hîn dijwartir û kûrtir dike. Lê Tevgera Azadiya Kurdistanê li ser daxwaza birêz Ocalan ligel hemû zehmetiyan gelek pêngav avêtin. Lê ji ziman û uslûba wê diyar e ku AKP ji bo çareserî û aştiyê ne samîmî ye.”
 
DIVÊ GAV BÊN AVÊTIN
Turgut bi bîr xist ku di hin mijaran de jênevegerên kurdan hene û wiha birêz kirin: “Divê gelê kurd bibe xwedî statû. Zimanê wan û nasnameya wan bi qanûnan bê qebûlkirin. Her wiha lazim e nêzîkahiya ji bo birêz Ocalan bê rastkirin û hîn stratejîktir nêzî wî bibin. Bi vî awayî sererastkirinên qanûnî bên amadekirin. Heta ku ev gav neyên avêtin ne mimkûn e kurd ji dewletê bawer bikin. Ne mimkûn e ku bi hin gavên xapînok û bêyî muxataban esas bigirin çareserî pêk bê. Heke AKP difikire ku kurd bi van polîtîkayan bixapin, ew xwe dixapîne.”
Turgut bang li gelên bindest ên Tirkiyeyê, li kom û derdorên tên deralîkirin û tepisandin kir ku mil bidin têkoşîna azadiya gelê kurd. Turgut got ku maf bi xwestinê nayên girtin û ya bi rûmet ew e ku maf bi têkoşînê bên bidestxistin. Turgut banga xwe wiha bi dawî kir: “Banga min ew e ku hemû beşên civakê rêxistina xwe xurt bikin. Piştgiriyê bidin têkoşîna azadiyê ya gelê kurd. Şoreşa Rojava li Rojhilata Navîn mînakeke nû ya şoreşên gel e. Bang dikim ku hemû hêzên demokratîk piştgiriyê bidin şoreşa Rojava û destûr nedin ku ev şoreşa bêhempa ku mînakên wê tune ne bê destê çeteyan bê fetisandin.”
 
Kurd mafdar in ku ji dewletê bawer nekin
Endamê Koma Aştiyê ya Qendîlê Mustafa Ayhan jî ku bi hinceta endamê rêxistinê ye hatiye cezakirin û niha li Girtîgeha Tîpa D a Amedê ye li ser girtina endamên komê rawestiya û wiha got: “Bi girtinê dixwestin peyamekê bidin me. Armanca wan ew bû ku nîşan bidin ka çawa yên siyaseta legal û demokratîk dimeşandin avêtin zindanan, me jî ango yên ji bo aştiyê ji çiyayan hatine jî biavêjin zindanê. Peyama ‘ Heke hûn vê yekê naxwazin, herin mala xwe rûnin’ dan me.”
Ayhan got ku li ciheke ku siyasetmedar di zindanan de bin, operasyonên qirkirina siyasî bênavber bidomin, pir aşkera ye ku rê nadin kesên ji çiya hatine siyasetê bikin. Ayhan wiha got: “Heke em tiştekî berovajî vê yekê bifikirin, tê wê wateyê ku em berx radestî gur bikin.” 
Ayhan anî ziman ku ji destpêkê heta îro AKP’ê proje û zimanekî ku baweriyê dide pêş nexist. Ayhan bi gotinên: “AKP di têkoşîna li hemberî hegemonyaya Kemalîst de piştgirî û şansê ku birêz Ocalan û Tevgera Azadiyê jê re da îstîsmar kir. Bi alîkariya derdorên demokratîk û lîberal jî rewşê îstifade kir û desthilatdariya xwe qayîm kir.” Polîtîkayên hikûmetê rexne kirin. Ayhan bi bîr xist ku îro jî AKP ji bo hêza xwe mezin bike wekî amûr nêzî hemû firsendên aştiyê dibe û lewre tenê bi têkoşîn û xebateke piralî a li derve û hundir AKP dê neçarî çareseriyê bê hiştin. 
 
SOZÊN KU HATINE DAYÎN 
Li ser şertên esasî yên ji bo çareserî û aştiyê jî Ayhan wiha got: “şert û şûrtên pêvajoyê yên jêneger hene. Ya ewilî divê beriya her tiştî sozên ku dewletê dane ji raya giştî re aşkera bike. Her wiha ev soz di bin temînata aliyeke din ê sêyemîn de bikevin bin ewlehiyê. Gelê kurd ev 90 sal in ji aliyê Komarê ve tê xapandin. Rastî hemû cureyên qirkirin, înkar û îmhayê hatiye. Pir normal e ku kurd baweriya xwe bi dewleteke wiha neynin. Li ciheke ku temînata jiyana kurdan tune be tu bawerî bi sozên ku dewlet dide jî tune ye. Lewre şertê çareseriyê ew e ku mafên kurdan bi hiqûqa biratiyê bibin temînata qanûnî. Wekî din her tim mimkûn e ku dewlet dîsa dest bi qirkirinê bike.” Ozan KILINÇ / AMED

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.