Ji Amerîka peyama sersaxiyê bo Kurdan!

Ji Amerîka peyama sersaxiyê bo Kurdan!
Nûnerê Taybet ê Barack Obama di hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de, Brett McGurk, derbarê şehîdbûna Fermandeyê HSDê Ebû Leyla de ku YPG hêza sereke ya wê ye, peyamek belav kir.

Fermandeyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Ebû Elya roja 2ê Hezîran a îsal di şerê li dijî çekdarên DAIŞê de yê di çarçoveya operasyona rizgakirina Minbicê de, bi giranî birîndar bibû û piştre bo dermankirinê bo Başûrê Kurdistanê hatibû veguhastin.

 

Ebû Leyla îro 5ê Hezîranê li Nexweşxaneya Şar a li bajarê Silêmaniyê ji ber giraniya birînên xwe şehîd bû.

 

Nûnerê Serokê Amerîka Barack Obama di hevpeymaniya navdewletiya li dijî DAIŞê de, Brett McGurk li ser hesabê xwe yê di tora civakî ya Twitterê de peyamek derbarê şehîdbûna Fermandeyê HSDê Ebû Leyla de belav kir.

 

Brett McGurk di twitteke xwe de wiha nivîsand: "Duayên me li gel wî ne, ku di operasyona bo rizgarkirina cihê ji dayikbûna xwe, Minbicê de jiyana xwe ji dest da."

 

McGurk di beşeke din a peyama xwe de got: "Hêzên Sûriya Demokratîk li ser serkevtinên xwe yên li dijî DAIŞê berdewam e. Çekdarên biyanî yên DAIŞê, ji bo êrişên xwe yên li Parîsê û Bruksselê, Minbic bi kar anîbûn."

Pêştir Ebû Leyla di dema êrişa DAIŞê bo ser herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê de, weke fermandeyê Ketayib Şems El-Şemal di çarçoveya Burkan El-Firat de piştgîriya şervanên YPGê kiribû û di şerê berxwedana Kobanî de li kêleka şervanên Kurd çend caran birîndar bibû.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.