Salih Mislim: Bila Pêşmerge tevlî YPGê bibin

Salih Mislim: Bila Pêşmerge tevlî YPGê bibin
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim ragihand ku, ew ne li dijî statuyeke kurdî ne, lê niha rewş rê nade wê yekê. Herwiha got, eger Pêşmerge dixwazin vegerin Rojava, bila tevlî YPGê bibin.

Salih Mislim di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Qudis Erebî behsa navçeya aram, statuyeke kurdî li Rojavayê Kurdistanê, vegera Pêşmergeyên Rojava û pêwendiya wan bi Başûrê Kurdistanê, Tirkiye, Amerîka û Rûsya re kir.

 

Mislim di wê hevpeyvînê de ragihand: “Em ne li dijî statuyeke kurdî li Rojavayê Kurdistanê ne, lê niha rewş rê nade wê yekê. Hin pêkhatên din bi me re dijîn, eger em bixwazin aramî wan biparêzin, pêwîst e demokrasî li Rojava hebe, bê ku em rengê xwe yê netewî li ser wan feriz bikin. Bo mînak, em navê Komara Sûriyê ya Erebî red dikin. Em dixwazin ev welat dûrî netewatiyê be. Ma çawa emê netewa xwe li ser ereb û suryaniyan feriz bikin? Pêwîst e ew statu ya me hemûyan be.”

 

Salih Mislim wiha got: “Çarenivîsa kurdan yek e û gelê kurd sînorên di navbera xwe de nas nakin. Gerîlayên ku ji Rojavayê Kurdistanê li Qendîlê bûn, piştî şoreşa Rojava vegeriyan û alîkariya me kirin. Herwiha rast e em sûrî ne, lê pêwendiyên me bi YNK û PDKê re baş in.” 

 

Derbarê têkeliyên PYDê bi Herêma Kurdistanê re, Salih Mislim ragihand: “Em wek PYDê, ti pirsgirêka me bi Herêma Kurdistanê re tune ye, lê ew û bi taybetî PDKê pirsgirêkan ji Rêveberiya Xweser re derdixin û ev yek pêwendiyên me lawaz dike. Dibe ku di pêşerojê de pêwendiyên me bi rêya kongreyekî niştimanî ya kurdî baş bibin.”

 

Mislim derbarê vegera Pêşmergeyên Rojava bo bajarên xwe, wiha domand: “Em dibînin ku hebûna 2 hêzan li Rojavayê Kurdistanê dê bibe sedema derketina şer di navbera kurdan de. Eger Pêşmerge dixwazin vegerin Rojava, bila tevlî YPGê bibin.”

 

Derbarê pêwendiya wan bi rêjîma Sûriyê re, Mislim wiha got: “Ti pêwendiya me bi rêjîmê re tune ye û li gelek cihan me şerê hev kiriye. Balafirên wan li me dane. Em vê axê rizgar dikin û em ji Sûriyê venaqetin.”

 

Herwiha derbarê navçeya aram a ku Tirkiye dixwaze avakirina wê dike, Mislim wiha domand: “Em navçeya aram ji aliyê Tirkiyê ve, red dikin, lê em pêşwaziyê dikin li biryareke navdewletî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve. Herêma di navbera Efrîn û Kobanî de, axeke kurdî û kurdistanî ye. Tevî hemû siyasetên bi ser de hatine, lê piraniya xelkên wê kurd in. Xelkê wê herêmê û hêzên ku şerê DAIŞê dikin dê wê rizgar bikin.

 

Hevserokê PYDê derbarê pêwendiya PYDê bi Amerîka re, ragihand: Rewşa niha em û Amerîka û Rûsya û rêjîma Sûriyê jî xistin yek eniyê de. Hebûna terorîstên mîna DAIŞê li ser wan feriz dike ku ji aliyê leşkerî ve alîkariya me bikin. Dibe ku ew pêwendî berfirehtir bibe û aliyê siyasî jî li xwe bigire.”

 

Herwiha li ser têkeliyên wan bi Tirkiyê re, Salih Mislim wiha got: “Ti pirsgirêka me bi gelê Tirkiyê re tune ye, tenê pirsgirêka me bi AK Partiyê re heye. Ew li desthilata Osmanî digere û dixwazin herêmeke îslamî çêbikin, ev yek jî nayê qebûlkirin.”

 

Derbarê sedema ku Rûsyayê îtîrafê bi wan nake, Mislim wiha domand: “Em beşek in ji Sûriyê û Sûriye wek welat îtîrafa Rûsya wergirtiye. Em îtîrafeke cuda ji Rûsya naxwazin, em cudabûna ji Sûriyê naxwazin. Em dixwazin bibin mînakek ji demokrasiyê. Li ser vê bingehê dê nûneratiya me li Mosko were vekirin. ”

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.