Demîrtaş: Her dengekî ji BDP'ê re tê wateya jibîrnekirina lêdana li dayikan

Demîrtaş: Her dengekî ji BDP'ê re tê wateya jibîrnekirina lêdana li dayikan
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş di axaftina xwe ya li Newroza Êlihê ya bi beşdariya sed hezar kesî de got, "Her dengekî ji BDP'ê were were dayîn tê wateya ji bîr nekirina dayik û zarokên li kolanên Êlihê rastî lêdanê hatine, tê wateya jibîrnekirina de

ÊLIH-Di pîrozbahiya Newrozê ya li Êlihê de, Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş ji sed hezar beşdarên pîrozbahiyê re axivî.

Demîrtaş ê li ber çepik û tililiyan derket ser dikê, destpêkê ji Şaredarê Êlihê yê girtî Nejdet Atalay re silav şand. Demîrtaş got, "Ji vê derê ji Şaredarê Êlihê yê dîlgirtî Nejdet Atalay re silavên xwe dişîne û Newroza wî pîroz dikin. Bi zehmetiyên salên dirêj û têkoşîna ji berdêlên giran re we vîneke gel afirandin. Hewceyî pê nîne ji gelê Êlihê re behsa zor û zehmetiyên têkoşînê bê kirin. We ev têkoşîn meşandin. Her partiyên tevli hilbijartinan dibin xwedî sozan e, lê belê ya ku di kesayetiya BDP'ê de berçav bûye, daxwaza azadiyê ye."

HER DENGÊ JI BDP'Ê RE JIBÎRNEKIRINA DAYIKÊN RASTÎ LÊDANA BI ÇOYAN HATIN E

Demîrtaş diyar kir ku her dengê ji AKP'ê re bê dayîn tê wateya erêkirina lêdana dayik û zarokan li nava kolanan û got, "AKP dikare rê jî çê bike nelirêtiyê jî çê bike. Di warê durûtiyê de kes ji wan jêhatî nîne. Ez yên li vê qadê posterên Serok Apo vekirin silav dikim, dê ji niha û pê ve kes nikaribe vê yekê ji nedîtî ve were. Her dengekî ji BDP'ê re tê wateya jibîrnekirina lêdana dayik û zarokan li nava kolanên Êlihê bi ço û bombeyên gazê. Tê wateya jibîrnekirina Roboskî. Tê wateya jibîrnekirina deh hezaran girtiyên li girtîgehan."

Demîrtaş got, "Em ji bo avakirina bajarekî nû xebitîn. Me keskê dolar nedît, pereyên di qutiyên pêlavan de nedît, lê me bajarekî nû ava kirin. Me vîna gel esas girtin, me xiyanet li nirxên gel nekirin, pêşkêşî rantxuran nekirin." Demîrtaş destnîşan kir ku ewê rê nedin AKP'ê ku dizîtiyê bike û got, "Li vê derê cih ji dizîtiyê re nîne, rêveberiya gel a zelal dê li vir hebe. Gelê Êlihê wê her pariyê heram ê we xwariye, di bêvila we de bîne."

Demîrtaş ji gelê Êlihê xwest ku li dora rêveberiya Şaredariyê bibe yek

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.