Li Cizîrê gel taxrîk dıkın
ŞIRNEX - Welatiyên taxa Nur a navçeya Cizîrê ya Şirnexê şevê din li kolanan agir hilkirin û nobet berdewam kirin û serê sibê esnafan dikanên xwe hêdî hêdî vekirin. Piştî li navçeyê jiyan vegeriya asayiyê vê carê jî polîs û tîmên taybet û wesayîtên zirxî li qurneyan xistin û li Duryana Dortyolê dest bi hewildanên sorkirinê kirin. Pişt vê yêk polîs û tîmên taybet raste rast bombeyên gazê avêtin derdorê û gelek kes bi bombeyên gazê bi bandor bû. Welatiyan bertek nîşanî vê yêkê dan.
Bi panzerê diwarê baxçeyê malê xirab kirin
Polîsan şevê din xwest bi wesayîtên zirxî bikeve taxa Konakê û panzerê dîwarê baxçeyê mala aydî malbata Işikçi xirab kir.
Welatiyan bertek nîşanî vê helwesta keyfî ya polîsan da û gotin rayedarên dewlet û hikûmetê her tim dibêje "baldar bin" û hewil didin bûyer di navbera endamên DBP-HDP û Partiya Hur Dava de pêk hatin nîşan bide û wiha gotin: "Lê îro tê dîtin ku kê sorkirinê û provokasyonê dike. Dewlet çima vê şovê dike. Bi zanebûn raste rast bombeyên gazê divajin derdorê. Diwaran xirab dikin û welatiyan tacîz dikin.(Diha)





Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.