Li Erzînganê 11 xwendekar hatin girtin
Li Erzînganê di 2’ê çileyê de polîsan bi ser yurd û malên xwendekarên kurd ên Zanîngeha Erzînganê de girtibûn û di encama serdegirtinan de 14 xwendekar hatibûn binçavkirin. Xwendekarên piştî karên fermî yên qereqolê derxistin dozgeriyê. Xwendekarên ku li qeroqolê mafên xwe yên bêdengmayînê bi kar anîn ji aliyê dozgeriyê ve bi îdiaya “endamê rêxistinê ne” bi daxwaza girtinê sewqî dadgeha nobedar hatin kirin. Îfadeyên xwendekaran heta saetên dereng ên şevê berdewam kir û Ozel Kaya, Ercan Ekmekçî, Burak Nergîz, Zozan Çîçek, Hacer Ozbay, Songul Yîgît, Dîlan Oral, Sînan Çakir, Remzî Durmaz, Ayşe Aslan û Şeyman Onal bi îdiaya “endamê rêxistinê ne” hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Erzinganê. Ahmet Çakmak, Leyla Belîm û Mehmet Ozturk jî bi kontrola edlî hatin berdan.(Diha)





Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.