Li Sirûcê 3 guleyên hewanê ketin
Yayınlanma:
Güncelleme:
Li Sûriyeyê ji herêma ku şer didome guleyeke hewanê pekiya û li taxa Alanyurda Sirûcê li malekê ket û di encamê de 3 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyan pevçûnên di nabeyna DÎŞIyê û hin hêzên kurdan de li gundê Mersinbela Kobanêyê dewam dikin. Hat ragihandin ku guleyeke hewanê ji herêma ku şer dewam dike pekiya û li taxa Alanyurda Sirûcê li malekê ket û di encamê de 3 kes birîndar bûn.3 kesên ku birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sirûcê.
Ji hêla din ve şêniyên taxê malên xwe terikandin û xwe sipartin taxa Tavşanliyê. Cendirmeyan li herêmê tevdîrên ewlehiyê hildan û bi kurdî ji bo ku taxê vala bikin anons kirin.Tê texmînkirin ku guleya hewanê ji herêma gundê Mersinliya Kobanê hatiye avêtin.(aa)
Resmi İlanlar
Bölge




Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.