Li Tetwanê qezaya trafîkê: 5 kes mirin

Li Tetwanê qezaya trafîkê: 5 kes mirin
Li Tetwana navçeya Bidlîsê qamyonê li otomobîlekê xist û di encama qezayê de ji heman malbatê 5 kes mirin, zarokek jî birîndar bû.

BITLÎS  - Li Tetwana navçeya Bidlîsê qamyonê li otomobîlekê xist û di encama qezayê de ji heman malbatê 5 kes mirin, zarokek jî birîndar bû.

Li gor agahiyên ku hat bidestxsitin kamyona ku Fîkret Aslan diajot û ji Bitlîsê ber bi Tetwanê ve diçû, li xaçerêya daketina navçeyê de li otomobîla ku ji heman rêyê de re diçû ya ku ajokarê wê nehat hînbûn, qelibî.Bi bandora qelibînê otomobîl gindirî û kesên di otomobîlê de pekiyan li ser rê. Îslam, Kubra, Zemîn, Fîlîz û Mehmet Emîn Guner di qezayê de li cihê bûyerê mirin, zarokekî 3 salî ya ku navê wî nehat hînbûn jî birîndar bû. Zarokê birîndar bi ambûlansê anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê. Ji ber qezayê rê demekê ji bo hatûçûyê hat girtin, piştî ku wesayît bi barkêşê hatin kişandin rê dîsa ji bo hatûçûyê hat vekirin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.