Mala Êzdiyan a Emmerîehê alîkariya xurekê da kampa êzdiyan

Mala Êzdiyan a Emmerîehê alîkariya xurekê da kampa êzdiyan
Mala Êzdiyan a Emmerîehê ya Almanyayê 6 ton alîkariya xurekê da kampa êzdiyan a li Diyarbekirê.

DIYARBAKIR  - Mala Êzdiyan a Emmerîehê ya Almanyayê 6 ton alîkariya xurekê da kampa êzdiyan a li Diyarbekirê.

Lijneyek li ser navê Mala Êzdiyan a Emmerîehê ya Almanyayê çû serdana kampa êzdiyan û di çarçoveya kampanyaya alîkariyê ya ku Şaredariya Mezin a Diyarbekirê û şaredariyên navçeyan ji bo Şengal û Kobanêyê dimeşînin de 6 ton alîkariya xurekê da kampa êzdiyan a li Diyarbekirê. Li ser navê lijneyê Serokê Mala Êzdiyan a Emmerîehê Adil Demiray axivî û got ku em wek komele alîkariya êzdiyan dikin û di nav hevkariyê de ne.Demiray destnîşan kir ji bo kêmasiyên êzdiyên ku di 3yê tebaxê de koç kirin tesbit bikin, em lijneyan dişînin herêmê û got ku em diçin serdana hemû kampên êzdiyan ên li herêmê û pêwsitiyên êzdiyan tesbit dikin.

Demiray wiha axivî: "Me tesbit kir ku li Bismilê kêmasiya betaniyan heye û me 140 betaniye da rayedarên kampê. Di kampa Şaredariya Mezin a Diyarbekirê de kêmasiya xurekê hebû, di vê çarçoveyê de me 6 ton alîkariya xurekê da kampa êzdiyan a li Diyarbekirê."(aa)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.