'Paketa ewlehiyê' rê li ber kuştin û tecawizan vedike

'Paketa ewlehiyê' rê li ber kuştin û tecawizan vedike
Parêzvana Mafên Mirovan parêzer Eren Keskîn diyar kir ku derbaskirina "Paketa ewlehiyê" tirseke mezin e û anî ziman ku ev yek rê li ber kuştin, îşkence û tecawizan veke.

STENBOL Li hemberî "Paketa ewlehiyê" ya ku hikûmeta AKP'ê dixwaze bîne meclîsê û peywira bêsînor dide polîsan, her roj bertekên li hemberî wê zêdtir dibin. Hemû beşên civakê li hemberî vê paketê derdikevin û naxwazin ev paket were derxistin. Ji van kesên ku bi tundî li hemberî derxistina paketê derdikeve yek jê Parêzvana Mafên Mirovan û Parêzer Eren Keskîn e. Keskîn derheqê paketê got ku bi derbaskirina vê paketê rê ber kuştin, îşkence, binçavkirin, girtin û tecawizan veke. Keskîn anî ziman ku dixwazin bi vê paketê rayeya polîsan a bêsînor bi zagonan biparêzin. Keskîn li ser binçavkirinên salên 90'î de jî rawestiya û ev tişt anî ziman: "Polîsan di salên 90'î de li Kurdistanê jixwe bêpirs mirov digirtin. Mirovan di binçavan de îşkence didîtin û di binçavan de dihatin windakirin. Hesabê van qet heta niha nehat dayîn û îro jî vî hesabî nadin." 


'Dê jin pir maxdûr bibin'

Keskin bilêv kir ku ev pakêta ewlehiyê dê binçavkirinên bêqeyt zêde bike û wiha berdewam kir: "Wextê em li paşerojê mêze dikin ku gelek jin di binçavkirinên bêqeyt de rastî destdirêjiyê hatine. Polîs jinan direvînin, dibin qilûbeyan û li wir îşkence û tecawizî wan dike, rojekê şûnde jî wan berdide. Ji ber ku polîs bi vê pakêtê re demê qezenc dike ev ji bo jinan tiştekî pir bitirse û xirab e. Ji ber ku her binçavkirin ji bo jinê potansiyeleke tecawizê ye. Di hemû şeran de mexdûriyetên mezin jin dijîn û dibînin. Bi vê pakêta ewlehiyê ve dê jin, bi taybetî jî jinên di nav sîyasetê de ne gelek mexdûriyetan bibînin." (diha)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.