DAIŞê tola xwe ji sivîlan hilda

DAIŞê tola xwe ji sivîlan hilda
DAIŞê tola xwe ji sivîlan hilda

 

 

Îro yekem salvegera êrîşa komkujiya Kobaniyê ye ku DAIŞê têde piraniya wan sivîl herî kêm 300 kes kuştin.


 

Sibeheke meha Remezanê sivîlên ku pêşî vegeriyabûna Kobaniya "kelha bexwedanê" bi dengê teqînan ji xew şiyar bûn.


 

Çekdarên DAIŞê bi bergê YPGê hatibûne nav bajêr û kes pê nehesiyabû. Di nava du demjimêran de 40 zarok, 2 ji wan ducanî 80 jin piranî sivîl nêzê 300 kesî kuştin û bi sedan hemwelatiyên din birîndar kirin. DAIŞa ku xalên stratejîk bidest xistibûn bê teredut hemû kesê dikarî dikuşt. Di dibistan û nexweşxaneyan de bicih bûbû.

Sê rojan berdewam bû

Lêbelê YPG ji her aliyî ve êrîş dibire ser DAIŞê û 27ê Hezîranê bi teqandina Nexweşxaneya Miştenûrê Kobanî duyem car ji DAIŞê paqij bû.

DAIŞiyên ku sax man li gundê Korpingare du sivîl kuştin, du yên din jî birîndar kirin.

Di şerê nava bajêr de 35 şervanên YPGê şehîd bûn. DAIŞê 20 malbat bi temamî qetl kirin.

Kobaniya beriya komkujiyê

DAIŞê 13ê Îlona 2014an êrîş kire ser Kobaniyê. Nêzî 300 hezar hemwelatiyî ji binxetê berê xwe dane serxetê û derbasî Pirsûsa parêzgeha Urfayê bûn li Bakurê Kurdistanê.

26ê Çileya Paşîn a 2015an Kobanî piştî berxwedaneke demdirêj bi hevkariya YPG, Artêşa Azad a Sûriyê, Hêzên Pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê, firokeyên şer ên Amerîka, Fransa û welatên Ereb hate rizgarkirin.

5 meh piştî têkçûna giran, DAIŞê tola xwe ji sivîlan hilda.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.