Sivîlan dest bi vegera Kobanê kirin

Sivîlan dest bi vegera Kobanê kirin
Kobanê-Berxwedana YPG/YPJ'ê ya li Kobanê meha sêyemîn li pey xwe hişt. Welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatin Pirsûsê û li bajarên derdoran bi cih bûn piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatin şikadin dest bi vegera Kobanê kirin.

Berxwedana şervanên YPG û YPJ'ê di roja 98'an de berdewam dike û bi operasyonên li dar dixin çeteyên DAIŞ'ê ji bajar derdixin. Welatiyên di rojên ewil ên dema êrîşên çeteyê DAIŞ'ê dijwar bûn hatin Pirsûssê û bajarên herêmê piştî şevanên YPG û YPJ'ê pêşde çûn û çete ji bajar derdixin vegera Kobanê dest pê kir. Herî dawî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî bajar bi hewanan berdewam dikin û 3 roj berê 4 malbat bi zarokên xwe re vegeriyan. Rêveberên Mala Gel malbat li deriyê sînor pêşwazî kirin û li herêmên ewleh ên rayedaran diyar kirin bi cih kirin. Malbatên ji ber êrîşên çeteyan 3 mehan ji welatê xwe dûr mayîn diyar kirin ku ligel hemû zehmetiyan vegerîna wan a Kobanê ew gelek keyfxweş kirin.


'Em ji bo piştiyê bidin YPG'ê ya rûmeta me parastî hatin'

Welatiyê bi navê Bekîr Şêxî yê Kobanê terk nekir û di berxwedana dîrokî de cihê xwe girt hevsera wî, xwişka wî û 4 zarokên wî vegeriyan bajar. Şêxî diyar kir ku 3 mehin ji malbata xwe dûr ma û piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatin şikandin û xwedî hêza xwe biparêzin in û bang li hemû Kobaniyan kir ku vegerin û tevlî berxwedanê bibin kir.

Hevsera Şêxî Zelîxa Bekî ya ku 3 mehin li Pirsûsê dijî diyar kir ku her tim bi hesreta axa xwe jiyî û wiha got: "Êdî me nekarî xwe bigirin û min zarokên xwe girtin û ez hatim Kobanê. 3 rojin em hatin û xizmên me li me digirin dibêjin çima hûn çûn. Em ji bo piştgiriyê bidin YPG'ê ya rûmeta me parastî hatin. Baweriya me her tim ji wan heye û dê teqez Kobanê azad bibe."

'Ev der welatê me ye'

Jina bi navê Zehra Ahmet jî diyar kir ku di dema li Pirsûsêç mayîn gel gelek gerim nêzî wan bûn lê xerîbî tu caran ji mirov re nabe welat û wiha got: "Alîkarî dihat. Gelê me yê li wir bi me re eleqedar dibû lê mirov li welatê xwe be cuda ye. Piştî me agahiya çeteyên DAIŞ'ê diqewirînin girt me biryara vegerê da. Hemû kes matmayî bû dema me biryara vegerê girt. Lê em ji kesên li vir şehîd ketin qîmetir nîn in û em hatin. Em bi zanebûna pirsgirêkan dê bijîn û zehmetiyan bijîn hatin. Ji ber ku ev der welatê me ye." Zehra Ahmet bang li Kobaniyan kir ku vegerin ser axa xwe û wiha axivî: "Pêwîste me em dê li vir bimirin lê em careke din terk nakin. Mirina herî bi qîmet li ser axa xwe ye. Ji ber vê yêkê mirin jî hebe bila hemû kes vegere ser axa xwe."M.Zeki Çiçek(Diha)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.