Zülküf Kışanak

Zülküf Kışanak

Roja Cejna Zimanê Kurdî pîroz be…

Roja Cejna Zimanê Kurdî pîroz be…

Zimanê min kurdî ye, zaravayê kurmancî û her wiha zaravayê dimilkî ye. Bi her du zaravayên kurdî jî diaxivim, dinivisînim. Pir hindik dikarim bi zimanê xwe li ser êş û elema dilê xwe hûr bibim, şik û bîrbirina hişê xwe ya der barê jiyanê de binirxînim, xwestek û daxwazên xwe bi lêv bikim. Kêmasî di zimanê min de nîn e, ji bo ku ez dikarim bi zimanê xwe bijîm, xwe bi rê ve bibim. Kêmasiya heyî ya min û ya me ye, hişmendiya heyî û feraseta serdest a ku nêrîna min û me têk biriye. Divê ez û em hewl bidin ku em xwe ji vê nêrîna şaş, feraseta dijberê zimanê xwe têk bibin, xwe ji nû ve terbiye bikin. Ez baş dizanim ku ji bilî şoreşeke hiş û aqil wekî din rêyek li ber min, me nîn e.

*

Kî çi dibêje bila bibêje, şaşîtî şaş e. Ne rast e, ne jî hewceye ku ez û em xwe ji şaşîtiyên xwe biparêzin, xwe ji nêrîna ku di hiş û aqilê me de bi darê zorê, bi îdeolojiya asîmîlasyonîst hatiye bicihkirin biparêzin. Dîsa kî çi dibêje bila bibêje, ev helwesteke ne maqûl e, her wiha ne xweparastineke rewa ye. Çareseriya pirsgirêkên axaftin û nivîsandina zimên, a devjêberdana şaşîtiyan, bi kesan yeko yeko dest pê dike. Ji ber ku civak ji kesan, ji kombûna yekan çêdibe, ne ku ji nebûnê. Yek, kesekî ne hindik e, bi her awayî dewlemenbûna yekî, ya kesekî dewlemendbûna civakekê, neteweyekê ye. Li gorî min Ehmedê Xanî di vî warî de mînakeke xweş e. Wî di kesayeta xwe de civakek afirandiye, bi gotineke din ew bi ruhê civaka kurd tev geriyaye. Ehmedê Xanî wekî min, wekî me negotiye “Ez reben, mala dagirkeran bişewite”, bi baweriyeke mezin, bi aqilmendiyeke xurt, bi hestên kûr nivîsandiye, xeta rast a kurdewariyê daye ber min, ber me û civaka kurd…

*

Belê, 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye, ji ber ku Kovara Hawarê bi pêşengiya Celadet Alî Bedirxan di sala 1932'yan de li Şamê, bi alfabe ya tîpên latînî, her wiha bi rêzimaneke rast a kurdî dest bi weşana xwe kiriye. Bi saya kovara Hawarê gelek helbestkar, nivîskar û her wiha lêkolînerên zimanê kurdî xwe perwerde kirine, tê giştîne. Weşana kovara Hawarê, di warê nivîsandina rast û xwendina kurdî de bûye destpêka qonaxeke nû. Bi ya min hewla pêşeng, nivîsar û lêkolînerên kovara Hawarê, di gel bêderfetî û zehmetiyên mezin, di zimanê kurdî de şoreşeke hemdemî afirandiye û rê li ber nenasîn û nezanîna zimanê kurdî girtine. Çend kesên rewşenbîr, bîrbir, zana yên ku ji zimên bawer dan ser şopa Ehmedê Xanî, bi bîr û baweriyeke mezin kar û barê civaka kurd dan ser milê xwe û bi ser ketin. Divê em wekî civaka kurd vê rastiyê baş bizanibin, wekî kesayetî, sazî û dezgehên siyasî, civakî, neteweyî sûdekê ji keda wan wergrin û li gorî wê tev bigerin.

*

Bêguman şoreşa zimanê kurdî ya berfirehtir a neteweyî, di salên nodî de, bi weşana kovara Rewşenê, bi rojnameyên Welat, Welatê Me, Azadiya Welat, kovara Zend, bi pirtûkên kurdî, bi televîzyon û radyoyên bi kurdî dest pê kiriye û her didome. Divê ev rastî baş bê zanîn. Lê li gorî bipêşveçûnên siyasî, hewcedariyên civakî, birêvebirina sazî û dezgeyên neteweyê bi pêş neket, eleqeyeke li gorî daxwazê nîn e, kêmasî didomin. A giring ew e ku netewe bi zimanê xwe bê naskirin û her bijî. Ji bo vê, hewleke jidil û biaqil divê. Hîn ne dereng e, îrade lazim e. Bi vê bîr û baweriyê Roja Cejna Zimanê Kurdî pîroz be.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Zülküf Kışanak Arşivi
SON YAZILAR